Arşîv

Konferansa Hevgirtina Jinan bi Encamnameyekê bi Dawî bû

Di tevahiya rûniştinên Konferansa Hevpeymaniya Jinan de, jin li ser mijarekî li hev kirin; Demokrasî bêyî beşdariya jinan a pêvajoyên biryargirtinê ne mimkun e û parastina jinan ne vebiharkek e, li dijî tundî û înkarê neçariyek jiyanî ye.

Konferansa “Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî” ya li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, bi dawî bû. Di konferansê de, girîngiya têkoşîna yekgirtî ya jinan, birêxistinkirina jinan û avakirina hêza civakî hate tekez kirin. her wiha hate destnîşan kirin ku piştgiriya Hêzên Parastina Jinan (YPJ), di parastina civakê ya li dijî şer û tundiyê de, stûnek bingehîn e.

Konferansa ku bi sernavê “Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî” hate li dar xistin, fikir û nêrînên ji pêkhateyên cûda yên Sûriyeyê hate parvekirin û piştî nîqaşên berfireh bi dawî bû.

Di konferansê de, nûnerên jinên Elewî, Ermenî, Êzîdî, Kurd û Durzî, tekez kirin ku têkoşîna jinan di nava yekîtiyê de ye û diyar kirin ku jin ne tenê mexdûr in, di heman demê de xwedî hêza avakirina aştî û misogerkirina edalet, wekhevî û azadiyê ne.

Jinên ku rasterast beşdarî bûn û bi rêya Zoomê ve tevlî konferansê bûn, diyar kirin ku nûnertiya sembolîk tê înkarkirin û beşdariya jinan a herî kêm sedî 50’î ya parlamentoyê, him mafek dîrokî û hîm jî exlaqî ye.

Encamname ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan xalid ve hate xwendin.
Encamname wiha ye:

Banga pêkanîna konferansek jinan a neteweyî hate kirin. Pêwîste di konferansê de jinên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê li derdora vîzyonek hevpar bicivîn û mafên wan ên destûrî yên li ser bingeha wekhevî, edalet û azadiyê bê mîsogerkirin.

Ji sedî 50’î mafê jinan a beşdarbûna pêvajoyên siyasî hate xwestin. Rêjeya ji sedî 20’î ya heyî ji ber rol û bandora jinan di civakê de nîşan nade, ne têrkêr hate dîtin û ji bo nûnertiya jinan rêjeyek wekhevtir hate pêşniyar kirin.

Hate diyar kirin ku divê destkeftiyên ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine, ji bo hemû jinên Sûriyeyê veguherînin destkeftiyên hevpar.

Balkişandin li ser girîngiya piştgirî kirina hêzên parastinê yên mîna YPJ’ê ji bo ku jin bikaribin li dijî tundî û şer têbikoşîn.

Her wiha, hate diyar kirin ku ji bo mafên jinan û demokrasiyê bi tevgerên jinan ên navneteweyî re hevkariyê bikin û dengê jinên li Sûriyeyê ji cîhanê re bê bihîstin.

Di dawiyê konferansê de, diyar kir ku têkoşîna jinan divê bi awayekî yekgirtî were organîzekirin ku civakek exlaqî û ekolojîk ava bike û ev yek jî wê ji bo hemû beşên civakê azadî û wekheviyê bîne. Hate tekez kir ku misogerkirina beşdariya siyasî ya jinan, pêşîniyek bingehîn e.

Related Articles

Back to top button