DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star : Komkujiya gundê Um Tîna ê Dêr Hafirê Şermezar kir û Got Divê Hesap Were Pirsîn

Di daxuyaniyê de komkujiya li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê bi tundî hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku komkujî berdewamiya dijminatiya gelê herêmê nîşan dide û di dilê gel de tirsê ava dike..

Bi hantina hikûmeta veguhêz re ta niha gelek Komkujî pêk hatine,çawa li berava Sûriyê û Siwêdayê jin , zarok û pîr û Kal bi qetilkirinan rû bi rû man, ev bûyer careke din xwe dubare dike.
Hikumeta veguhêz bi giraniya berpirsyartiya xwe nizane.
Doh di danê êvarê de li gundê Um Tîna ê girêdayî Dêr Hafirê nêzî saet 7’an , komên çete ên girêdayî hikûmeta veguhêz komkujiyek derheqê sivîlan de pêk anî, di encama komkujiyê de jin û zarok jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Têkildarî vê bûyerê kongra Star jî bê bersiv nema û bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kir .
Daxuyanî wiha ye:
Di şeva 20’ê îlona 2025’an de li hemberê gundê girêdayî Der Hafer Um Tine, ji aliyê çekdarên girêdayî hukumeta veguhez ve êrîşeke bombebaran pêk hat. Di vê êrîşêde yêk jê pitik yêk jî jê zarok û giranî jî jin 7 welatî hatine qetilkirin 4 welatî jî birîndar bûne. Destpêkê em weke rêxistina Kongra Star ji malbat û xizmên kesên hatî qetilkirin û tevahî gelê Sûrî sersaxî û ji birîndaran re şîfayên acil dixwazin.
Di vê êrîşêde yêkser gelê me ê sîvîl hatiye hedef girtin. Ev demeke dirêje ku ji aliyê çekdarên hukumeta veguhez de êrîşên bi vî rengî tên kirin. Di demeke wiha de ku ji bo yêkitiya gelên sûrî em têdikoşin, ji bo aramiya Sûrî, demokrasiya Sûrî em kar û xebatên girîng dimeşinin de êrîşên bi vî rengî eşkere dijmintiya aramiya gelane û em bi şiddet şermezar dikin. Di heman roja ku konferansa pêkhateyên jinên Sûrî hatî lidarxistin de êrîşeke bi vî rengî de yên ku hatî qetilkirin piranî jî jin bûn. Ev xwestina derbe lêdana hewldana yêkitiya gelan û jinan a Sûrîye.
Hemû raya giştî dizane û dibîne ku ev demeke dirêje hewldanên gelên Sûrî ê ji bo jiyaneke demokratîk, aram heye û di vê çerçeveyêde jî gelek hevdîtin û diyalog, kombûn tên çêkirin. Êrîşên bi vî rengî ên hukumeta veguhez dide nîşandan ku hemû hewldanên idareya Şamê ewe ku van diyalog û hewldanên çareserkirinê bi şer pêşwazî bike.
Ev êrîş dixwaze ji aliyê hukumeta veguhez a Şamê bi plan hatibe kirin û dixwaze ji aliyê hîn çekdarên girêdayî hukumetê bi serê xwe hatibe kirin pêwîste hukumeta veguhez teqez hesap bixwaze û sûçdaran darizîne. Emê weke rêxistina Kongra Star hesabê vê komkujiyê teqez bixwazin. Teybet jî ew jin û zarokên ku bûne qurbaniya vê êrîşa hovane wê ji mere bibe cihê hesap xwestinê. Bila herkes bizane ku hêza yêkgirtî a jinê wê rê nede êrîşên bi vî rengî û wê rê nede ku yên ku ev êrîşe kirine bê ceza bimîne. Emê li her deverê bikin cihê têkoşînê û cihê hevgirtina jinên Sûrî. Em bang dikin ku bila li her devera Sûrî jin li hemberê vê pergala serdest, cihadîst têkoşîna xwe mezintir bike û hevgirtina xwe xurttir bike.
Em bang li hemû gelên Sûrî dikin ku bila li hemberê van êrîşan rabin ser lingan û li hemberê zihniyeta dijminê hevgirtina gelan bi tund bertek nîşand bidin. Dîsa em bang li rayagiştî dikin û dibêjin ku li hemberê êrîşên bi vî rengî li ser sîvîlan tê kirin bêdengmayîn, hevparbûyîna vî sûciye.

Related Articles

Back to top button