NûçeSlide

Di Bin Durişmeya Hunera Jinan Nirxê Civakê ye Pêşengehek Hat Vekirin

11'mîn Salvegera damezrandina Wqfa Jina azad a suriyê bi pêşengeheke di bin durişmeya "Hunerê Jinan, rûmeta civakê ye"  li bajarê Qamişlo hate pîrozkirin.

Bi armanca pêşxistina jin û civakê di bin durişmeya” jina azad , bingeha civaka azad e” weqfa jina azad di Îlona 2014’an de hate damezrandin.

Bi damezrandin re weqfa jina azad re , gelek pêşketin û pirsgirêk hatin çareserkirin,lewra paşê biryar hate dayîn ku nav were guhertin û bibe Weqfa Jina Azad a Sûriyê da ku bighêje hemû jinan,armanca weqfa jina azad herdem ji bo jinan kar û xebatan peyda bike û pêşketin û berhemê jinan bide pêş,lewma gelek caran  di her pîrozbahî û şahiyan  de pêşengahan pêşkêş dikir.

Nimûne bi hatina werzê zivistanê re cilên germ têne çêkirin û pêşkêkirin herwiha di 8’ê Adarê û Newrozê de cil û bergên Kurdî têne û karê dest ê filklorî têne pêşkêkirin.Hêjayî bibîrxistinê ye ku Weqfa Jina Azad li seranserî Sûriyê kar û xebatê xwe têkildarî hemû cureyên ku jin bi pêş dixe ye, dixebite.
Şaxên Weqfa Jina Azad a Sûriyê li tevahî bakur û rojhilatê suriyê  heye û kampan jî di nav de dihewîn e.
Weqfa jina azad a Sûriyê li ser pênc şaxan disekin e, komîta perwerdê, tenduristî, dîplomasî , hiqûqî û piroje.

Îro jî bi boneya 11’mîn salvegera damezrandina Weqfa Jina azad  pêşengehek huner û karê destan hat lidarxistin
Pêşengeh li ser asta bakur û rojhilatê suriyê bi armanca ku nirx û afrîneriya jinan di civakê de derkeve pêş û keda wan neyê winda kirin hate lidarxistin,bi dehan kes beşdarî vekirina pêşengeha pîrozbahiyê bûn ,piştî deqeyek rêzgirtinê xaftina vekirinê ji aliyê rêveberiya giştî a Weqfa Jina azad a Sûriyê , Sultan Xişo ve hate kirin.
Sultan di serî de bixêrhatina mêvanan kir û got : 11’mîn salvegera damezrandina Weqfa Jina azad li hemû jinên kedkar , tekoşer, berxwedêr û xwedî ked pîroz be û wiha dewam kir,ev pêşengeh pir bi nirx û wate ye , di vir de ne tenê berhem û keda jinan tê pêşkêşkirin lê belê hestê wan yê reng e reng tê diyarkirin.
Herwiha da zanîn ku ew balê dikşînin ser xebatê di nava kampan de da ku bi deha jin bi hêz û habûna xwe tiştan biafirîn e.
Sultan Xişo li ciyê pîrozbahiyê ji ajansa me re axivî û got,me di salvegera weqfê de xwest ku berhemê jinan bidin pêş, çiqas em rê li ber jinan vekin ewqas jin dikare afrîneriyê di her warî de pêk bîne,em wekî Weqfa Jina Azad a Sûriyê di her warî de ji bo jinan hembêza xwe vedikin , ji ber wê jî di her salvegera Weqfê de bi lidarxistina pêşengehan em dixwazin berhemê jin û keda wê bidin pêş .
Em ji bo jinan gelek perwerdeyê ziman, dirûtin, perwerdeyê fikrî û tenduristî ,herwiha em di kampan de jî roleke girîng dilîzin, di kampa hol û roj de ku bi hezaran jin tê de ne , Weqfa jin di wir de jî ew hişmendiya ku li ser hatine perwerdekirin bi gelek hewldana dixwazin bugherînin xwezaya jin ya rastîn a xweşik-bedew û aram,hem di warê piratîkî hem jî warê manewî de.
Herwiha diyar kir ku ew dixwazin di demê pêş de hîn bêhtir hejmarê jinan di nav xwe de bihewînin û bidin perwerdekirin ji bo ku di Sûriya pêşeroj de rolekî pir girîng bilîzin bi taybet di vê pêngava hesas de, herwiha li gelek bajarê Sûriyê wan ofîsên xwe vekin e.
Sultan Xişo di dawiyê de got ku di destpê de em li jina digeriyan, niha li her derê jin li me digerin û dixwzin tevlî nava kar û xebatê me bibin, herwiha bang li hemû jina kir ku tevlî nava saziyan bibin û li wan xwedî derkevin , ji ber ku bi têkoşînê jin û civak bi pêş dikeve.

Related Articles

Back to top button