Konferans û KongreNûçeSlide

4’Mîn Konferansa YRJ’ê Di Bin Durişmeya “Bi Mezinkirina YRJ’ê Re Emê Bibin Dengê Şoreşa Jin”  Hat Lidarxistin

Yekîtîya Ragihandin Jin YRJ'ê bi Durişmeya "Bi Mezinkirina YRJ'ê Re Emê Bibin Dengê Şoreşa Jin" ji bo nirxandina xebatê 4 salan , 4'Mîn Konferansa xwe li bajarê Qamişlo lidarxist.

Di tevahiya cîhanê de raghandin ango derxistina rastî,êş û alozî pir girînge ,li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê xebatê raghandinê pir roleke sereke û giring lîst, bi taybet di van salên ku pir bûyer , şer û pevçûn hatin pêkanîn , raghandin di herselê de zêdetir kar û xebatê xwe xurtir û berfirehtir kir.
Bêguman Jin jî ji derxistina dengê heqîqetê xwe bê par nehişt.

Îro jî di 8′ Mijdara 2025’an de Yekîtiya Raghandina Jin 4’Mîn Konferansa xwe li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo lidarxist.

Konferansa bi beşdariya sedan endamên raghandinê hate lidarxistin.
Beriya ku konferans destpêbike deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate rawestandin.

Paşê axaftin vekirinê li ser navê Yekîtiya Raghandina Jin ji aliyê , berdevka Yekîtiya Raghandina Jin Arîn Siwêd ve hate kirin.
Arîn di serî de bixêrhatin beşdaran kir û got di serî de em şehîdên şoreş tevahî bibîrtînin ku bi saya wan em dikarin konferansên azad , bi îrade û rehet lidarbixin

Dema ku em meyze bikin şerekî dijwar ne tenê li ser hiqûq û nasnama jin lê li ser hebûn û nasnama civakê tevî ye ta niha jî ev komkujî û êrîş li ser jinan tê meşandin , dema ku em behsa vê yekê dikin ev giringiya avakirina YRJ’ê nîşandide.
Dema ku mirov di nava qirkirinê de jiyan dike, esas ev giringiya xwerêxistinkirinê rê nîşan da me ku em bikaribin yekîtiyekî bi vî awayî avabikin,bikaribin bi hevdûre bibin hêz, çîrok,hezkirin ,êş û hêviyên xwe ji vî welatî , ji vê şoreşê bixin yek.
Em bikaribin vê bi hevdûre mezin bikin wek rojnamevanên jin, em nebin tenê nivîskar çavdêriya vê şoreşê lê bibin parçeyekî jê ku em bikaribin êşên hemû jinan ne tenê li ser asta Bakur û rojhilatê Sûriyê da.
Dema ku em li Sûriyê meyze dikin raghandina Bakur û rojhilatê Sûriyê êşên jinên Elewî, Durzî , hemû pêkhateyan û ol û baweriyan anîne ser ekranê û wê pir wêrek anîne ser ziman wek jin, esas avakirina YRJ ê ev bû.

Arîn wiha axaftina xwe dewam kir,nasnama me ya hevpar ne tenê ol û bawerî ye nasnama me jin e, ji ber vê yekê heya niha tekoşîn kir , ji ber wê emê her bibin ev hêz ku em bikaribin wê riyê dewam bikin.
Îro xeterî hîn dewam dike , pêvajoyekî hîn zehmetir li pêş me ye, dema ku em qala bangewazî ya aşitî û civaka demokratîk ya rêber Abdullah Ocalan dikin , ew bangewazî erkekî hîn girantir , mezintir danye set milê rojnamevanan, ji ber erkê me tenê ne ewe ku em hinek bûyeran bînin ser ziman , lê erkê me ew e ku em bikaribin pêvajoyekî bingehê wê bidin avakirin ku li Ser esasê aşitiyê bikaribin nîqaş bikin

Paşê endamên dîwanê ji aliyê beşdaran ve hate hilbijartin,Dîwan ji endamên raghandinê : Neda Mihemed, Mîdya Ferho, Stêrk Gulo, Axîn Qamişlo, Bêrîvan Girbawî pêk hat.
Piştre Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Îlham Ehmed di konferansa 4’emîn a YRJ’ê de ku li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo tên lidarxistin de axivî.

 Îlham Ehmed konferansa YRJ’ê pîroz kir û got: “Di serdema nû de, rola ragihandinê bi taybetî rola jinan xwedî wateyek girîng û jiyanî ye. Di dîroka gelê Kurd û Rojhilata Navîn de, di vê serdema şoreşê de  ragihandina jin xwedî roleke girîng e. Di dîroka mirovahiyê de têkoşîna û cihgirtina wê di şoreşan de derneketiye holê. Ji ber ku hêzeke ku dengê heqiyê derxîne holê çênebûye. Eger hîna maf û rola jinan rojev e, sedemek jî ev e. Eger îro jinên di ragihandinê de li vir kom bûne û biryar dane bibin dengê jinan û gelên bindest, ev gelek girîng e. Em jinên ku ji bo têkoşîna jinan şehîd bûne bi bîr tînin, em ê li ser rêya wan a heqîqetê bimeşin. Îro di nava şerên dijwar û qeyrana Rojhilata Navîn de jinan dengê xwe bilind kiriye û gelek caran bûne qurbaniya siyasetên tên meşandin. Lê îro ji ber ragihandin rola xwe dilîze dikare bibe dengê jinan. Îro Sûriye di çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn de navend e. Ji ber wê demeke dirêj hêzên derve li ser Sûriyeyê destwerdan kirin. Ne tenê destwerdana derve, eger evqas destwerdan û alozî di hundir de çêbûn, pirsgirêka esasî ya hindirê Sûriyeyê ye. Pirsgirêka destpêkê ya desthilata Sûriyeyê ye ku yekrengî bû, dixwest dengê gelan û jinan tune bike. Sedema bingehîn a aloziya Sûriyeyê kûr kir û hişt hêzên derve destwerdan bikin ev bû.”

Îlham Ehmed bal kişand ser kiryarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û wiha axivî: “Niha desthilatek nû hat. Herkes li benda nûbûnekî bû. Nûbûn çawa çêdibe, dema ku hevbeşiya rêveberiyê, mafê jinan û gelan bihata mîsogerkirin ev dibû Sûriyeyek nû. Lê heta niha rêveberî û pêvajoyek demkî heye. Li gel ku li Peravê û Siwêyda alozî çêbûn, kesên bi darê zorê hatine koçberkirin venegeriyaye. Pirsgirêkên heyî çareser nebûne, lê hêzên derve dixwazin bi lez û kurtayî çareser bike. Niha pêvajo derbasî Washingtonê dibe. Rêveberên hikumetê di lîsteya terorê de ne, ji lîsteyê derxistin, hewl didin cezayan rakin. Em dixwazin ceza werin rakirin, lê divê guhertin bên kirin. Diyaloga hindirîn gelekî lewaz e. Ji bo vê parlementoyek tê amedekirin, lê hinek beşên Sûriyê beşdar nebûne. Tiştên kêm hene, mafê gelan nehatine naskirin. Ji ber wê gelek tiştên kêm hene. Divê diyalog bê pêşxistin û destûra hatî çêkirin bê sererastkirin. Em van peyaman ji aliyên derve û hindir dibêjin. Em rast dibînin ku ceza werin rakirin, em tevayî ji van cezayan zehmetiyan dikişînin, girînge bên rakirin. Lê divê dengê jinan û gelan bên bihistin. Jin heta niha rastî zordariyê tên. Dengê jinan di Sûriyê de gelek girînge li dijî van kiryaran. Em di derbarê muzekereyan de, danûstandin tên kirin. Gavên girîng hatine avêtin. Dema vegera ji Washingtonê çêbibe, divê diyalog bidomin.”

Îlham Ehmed pêvajoya li Tirkiyê bîr anî û got: “Niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoyek heye, aliyê Kurd û Rêber Apo gavên girîng, bi bawer avêtin. Lê di aliyê Tirkiyeyê de dudilî û tirsek heye. Ji çi ditirsin. Diyare destwerdan li ser vîna Tirkiyeyê çêdibe ku wan dide rawestandin. Em dixwazin îro bi Şamê de pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em ji bo vê cidî ne. Divê Tirkiye jî gavên erênî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê biavêje. Eger li Tirkiyeyê aramiyek hebe, rola Tirkiyeyê di Sûriyê de pir giran û mezin e.” Ji bo vir jî çareser bibe, divê Tirkiyeye li wir jî gavan biavêje. Demokratîkbûn, naskirin mafê jinan û gelan ne Tirkiyê ne jî Sûriyê lewaz dike. Berovajî bihêz dike. Derveyî wê gefên ku ji nû ve rê li şeran veke, ji kesî re sûda wê nebe. Derket holê ku ji şer sûd ji kesî re dernakeve. Bila bê zanîn gel ne berxê qurbanê ye. Vîna gel a parastina xwe derketiye holê. Divê dewlet ji naskirina vîna gel vekirî be. Pêknehatina edaletê, tê wateya şer. Em naxwazin qala şer bikin, em dixwazin aştî pêk bê.”

Îlham Ehmed qala dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û wiha domand: “Niha li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rê hatine qutkirin, armanca çi ye? Desthilata Şamê dixwaze kê lewaz bike, îro dorpêça heyî li ser tevayî gelê Sûriyê ye ne tenê li ser Kurdan e. Eger cezadikin tevayî gelê Sûriyê ceza dikin. Niha wan jî îlan kir tevayî hêzên çekdar ên li Sûriyê di bin sîwana wezareta parastinê de ne. Wê demê tiştên çêdibin di ber pirsyariya wezareta parastinê de ye. Demdirêj rejîma Baas’ê heman tişt dan meşandin, ser neket û niha jî ser nakeve. Em dixwazin li vir bêjin, kes nikare dengê me qut bike. Ragihandina me ya azad heye, dikare xwe bigihîne tevayî cîhanê. Kêmaniyên me hene em di van konferansan de çareser dikin. Rgihandina me di salên şoreşê de rolek pir girîng lîstin û di vê oxirê de canê xwe dan. Îro pir girînge hêjmarek ji jinan ev rol girtiye ser milê xwe. Divê bihêztir beşdarî pêvajoya nû bibe, divê pêvajoyê de dê rêbaz û zimanê ragihandinê çawa be, emê çawa bikarin bibin dengê jinan û gelan bên xurtkirin.”

Herwiha li ser navê Rêxistina Kongra Star Nêrgiz Mihemed axivî û got , Yekîtiya Raghandina Jin di hestê jin de heyecan ava dike ye. Kêliyên dîrokê îro jiyan dike û di her jinekê de dide jiyankirin.

Di kesayeta hemû şehîdên qada çapemeniyê , em hemû şehîdan bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.Bi rastî em di pêvajoyekî dîrokï re derbas dibin, her kêliyekî ku em îro jiyan dikin di dîrokê de tê nivîsandin ,di riya tekoşînê de, têkoşîna azadiyê de ev kêliyên dîrokî ku vejîn dike ye , raghandina azad ,bi pêşengtiya jin û Kadroyên raghandina azad de dîrok xwe ji nû de vejîn dike.
Tekoşîna azadiyê , têkoşîna azadiya jin di salên pir dirêj bi pêşengtiya şehîdên raghandinê îro gihişt vê astê, rêber Abdullah Ocalan got “Rêber Apo got hîna dîroka jin nehatiye nivîsîn. Dê ev bi têkoşînê bê nivîsîn. Di têkoşîna azadiyê de jinan gavên dîrokî avêtin. Ragihandina me ya azad kêlî bi kêlî ev têkoşîn tomar kir. Di şoreşa Rojava de jî, ji bo şoreş bibe şoreşa civakê û jinan, rola YRJ’ê girîng û pêşeng e.

Îro jî jin di şoreşa rojava de di şoreşa jinê da têkoşna ku meşandî îro şoreşekî heqîqî li rojavayê Kurdistanê lidarxist. Di şoreşa rojava de ji bo ku şoreş bibe şoreşa civakî û hemû jinan  , Eger em îro dibêjin şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, wê demê dê ragihandina jinê vê bi tevahiya cîhanê bide naskirin  .

Di her kêliyekî jin tê de êş , zehmetî û şer kir û tekoşîn kir , raghandin jin ev têkoşîn , berxwedanî ,ew dîmenên ruyê bike yên ku xwe bi serkeftinê re kilît kiribû xwe gihand wan, şer , îrade û zanist ji tevahiya jinên cîhanê raghandin .
Şoreşa jinê ji bo wê ewqad binav û denge û di nava rojhilata navîn û tevahiya dinyayê de bandor kir.Ji ber ku hemû kar û xebatê ku em dikin bi riya raghandinê li tevahiya cihanê hate belavkirin . Îro jinên cîhanê, û yên rojhilata navîn berê xwe didin şoreşa rojava bi sedan kesên enternasyonal di têkoşîna rojava de cih girtin û gihiştin asta şehadetê.
Di heman demê şoreşa jinê di çaraliyê cîhanê de di rojevê de ye.
Nêrgiz  di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ên ku rolekî pêşeng di şoreşa rojava de lîst kadroyên me yên raghandina azadin , pêşengên me ne û xwediyê kedekî pir mezinin .

Paşê têkildarî kar û xebatê Yekîtiya Raghandina Jin YRJ ê sinevizyonek hate pêşkêşkirin.
Herwiha rapora kar û xebatê 4 salan ji aliyê Gulîstan Xalid ve hate xwendin .
Piştî xwendina rapora kar û xebatê raghandina jin êdî deriyê nîqaşê di navbera beşdaran û dîwanê de vebû û kurt û kêmasî , serkeftinên xebatê jin, pêşinyar  hate guftugokirin .

Related Articles

Back to top button