Konferans û KongreNûçeSlide

Konferansa 4’emîn a YRJ’ê bi dawî bû

4’emîn konferansa YRJ’ê ya ku bi dirûşma “Bi mezinkirina YRJ’ê em ê bibin dengê şoreşa jinê” hat lidarxistin piştî hilbijartina 31 endamên meclisa YRJ’ê, bi encamnameyê bi dawî bû.

4’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) a bi dirûşma “Bi mezinkirina YRJ’ê em ê bibin dengê şoreşa jinê” hat lidarxistin, bi encamnameyê bi dawî bû. Konferans diyarî giyana rojanameger Cîhan Bîlgîn a di êrişa dewleta Tirk de hatibû qetilkirin, hat kirin.

Piştî bidawîkirina nîqaşan di navbera dîwan û beşdaran de ,Rêzknameya Yekîtiya Raghandina Jin YRJ ê ji aliyê Axîn Qamişlo ve hate xwendin û li ser rêziknameyê jî pêşinyar û nîqaş hate kirin .

Di konferansê de 150 delegeyên rojnamegerên ji herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, nivîskarên jin, nûnerên Kongra Star, nûnerên dezgehên jinan ên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), TEV-DEM’ê amade bûn.

Piştî xwendina rapora xebatên 4 salan deriyê şopandina nîqaşên li ser raporê li ber ragihandinê hat girtin. Piştî nîqaşan bernameya YRJ’ê hat xwendin û erêkirin. Her wiha Meclîsa Yekîtiya Ragihandina Jin a ji 31 kesan pêk tê hat hilbijartin.

kesên ku hatine hilijartin evin:

Mewlûda Mustafa, Rebîa Îto ,Dicle Kobanê, Hewlêr Hekîm,Neda Mihemed ,Henadî Derwîş,Yara Merî,Axîn Qamişlo, Sîlva Ibrahîm, Xedîca Ibrahî ,Mîdya Omer,Jiyan Koçer, Arîn Siwêd,Yara Mihemed, Heyam Abdullah, Sena Şêxmûs,Ronaz Silêman, Nûvîn Ismaîl,
Darav Ala, Ciwana Cuma, Hêvîdar Xalid, Stêrk Efrîn, Evîn Îbrahîm, Sozdar Efrîn, Gulîstan Xalid, Zîlan Osman, Ronak Şêxî, Şînda Ekrem, Xebat Abbas, Havîn Efrîn, Lilaf Radio Star

Konferansa YRJ’ê bi encamnameyê bi dawî bû. Rojnameger Zîlan Ebdo encamnameyê xwend.

Encamnameya YRJ’ê wiha ye:

Bi şiyara “Bi Mezinkirina YRJ Emê Bibin Dengê Şoreşa Jin” me 4’emîn Konferansa xwe bi hêz û coşa ku em ji têkoşîn jinan digirin, bi tevlêbûnek berfireh di 08.11.2025’an de me li Qamişlo li darxist. Em konferansa xwe bexşî giyana hevala xwe Cîhan Bilgîn dikin. Di şexsê Cihan Bilgîn de em hevalên xwe Nazim Daştan, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Rosîda Mêrdîn, Azîz Koyluoğlu, Seyît Evran, Agît Roj, Argeş Serhed, Axîn Qamişlo, Avrîn Efrîn û hemû şehîdên ragihandina azad bi rêzdarî bibîr tîn.

Di demek ku li cîhanê, herêmê û Kurdîstanê pêşketinên girîng rû didin de konferansa me pêk hat. Konferansa me bi rojev û nirxandinên berfireh yên ji bo xeta ragihandina alternatif û azad bû bingehekî bihêz ya biryardariyê.

Îro di asta cîhanî de bi destê pergala modernîteya kapîtalîst qeyrana aborî, siyasî, ekolojîk û civakî her ku diçe tê dijwarkirin. Şerê ku navgîna xwe Kurdîstan, Suriye û bi giştî Rojhilata Navîn e, bi şerê Ukrayna-Rusya, Îsraîl û Hamasê ve her ku diçe berfireh dibe. Şerê ku di asta kurevî de tê pêşxistin, herî zê de zerarê di de jinan. Modernîteya kapîtalîst bi bilindkirina zayendîperestí, nijadperestî û olperestiyê li erdîngariya me bi destê hêzên cîhadîst, li dijî jinan, gelan, baweriyan, kêm neteweyan û xwezayê komkujiyan pêk tîne.

Rojnamvanên ku vê heqîqetê dişopînîn û bi raya giştî re parvedikin bi

Awayek hovane tên qetilkirin.

Civak bi krîzên piralî tê birêvebirin; bi rêya tundî, xizanî, koçberî, komkûjî û neçariyê tê bêzarkirin. Di bin siya şer de destdirêjiya li hemberî beden û nirxên jinê tê rawakirin, jiyan li derdora wê tê tengavkirin. Li şûna çareseriyek demokratik polîtîkayên qirkirin, talan û şer her ku diçe të gurkirin

Rêber Apo, bi banga Aştî û Civaka Demokratik sedemên krîz û geyrana heyî, rastiya “Kujerë Qastik” şêwazê ku ji bo afirandina pirsgirêkan bikar tine bi awayek şênber danî holê. Ji bo derbaskirina qeyrana heyî, ji bo jiyanak azad têkoşîna jin wek alternatif diyar kir û hêviyên xwe ji bo pêşengiya jin ya ji bo pêvajoyê anî ziman. Rêber Apo azadiya civakê di têkoşîna bi pêşengiya jin de pêkan e, dibîne. Konferansa me jî destnîşan kir ku serkeftina projeya azadiya jin û pēvajoya Aştî û Civaka Demokratik encax bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Li ser vî esasî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo xebat meşandin, pêşengî kirin erka xwe ya sereke dibîne.

Pênaseya ji bo kujerê qastîk herî zê de li ser erdîngariya Suriyê piştrast dibe. Piştî hilweşandina Rejîma Baasê krîz û qeyrana li Suriyê kûrtir bû. Komkûjî, talan, koçberî û tûndî li hemberî hemû cûdahiyan, hemû qadên jiyanê pêk tê. Bi olperestî ya ku birdoziya bingehîn a netew-dewletê ye li tevahiya Sûriyeyê jin bi polîtîkayên revandin, qetilkirin, ji qada siyasî û civakî dûrxistinê re rû bi rû ne. Her wiha ji aliyê modernîteya kapîtalîst û hêzên herêmî ve hişmendiya navendîbûn li ser jinan û gelan tê ferzkirin. Ferzkirina navendîbûnê dijbertiya şoreşa jinan û neteweya demokratîk e. Li hemberî van polîtîkayan jinên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û yên Sûriye bi têkoşîna di rêya heqîqetê de, bi pênûsa xwe, bi pêyvên xwe yên ji aqil û hişmendiya mêr hatiye paqijkirin, dikarin xwedî li nasnameya xwe derkevin.

Konferansa me destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat, hovîtiya DAIŞ’ê têk bir û bi perspektifa civaka demokratik, ekolojîk û azadiya jin, li ser esasë komîn û meclisan xwe birêxistin kir bū modela jiyana alternati. Ji lewra herî zêde jin li derdora şoreşê kom būn. Bi beşdariya jinên Ereb, Suryan, Ermen, Asuri, Keldanî Şoreşa Rojava bū şoreşa jinan û gelan. Bi hevpeymana jin, meclis, akademi, hēza parastina cewherî û Rêveberiya Xweser ji bo hemû jin û gelên li Suriyê bingehê pergala demokratik

Jinên Durzi, Elewi ji vë rastiyê îlham girtin û li hemberî êrîşên çeteyan xwe birêxistin dikin. Bi van pêşketinên dîroki Şoreşa Rojava bů malē hemû jinan û di asta cîhanî de ji bo serhildan, têkoşîn û şoreşa jinan bingeheki mezin ava kir.

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyê rojnamegeriya jin di bin şert ü mercên şërë dijwar ü Inşaya şoreşa jin de pêşket. Bi dehan rojnavenan ciwan, li ser şopa Gurbeteliyan ji bo rasti di tarîtiyê de nemîne li pey heqîqetë geriyan û di pêşxistína şoreşê de rolek sereke pêk anîn.

Wek hemû qadên jiyanê di qada ragihandinê de jî pewîstî bi tekoşînek mezin heye. Wek Rojnamevanên jin li hemberî ferzkirina fêrbûyinên paşverû yên civakî, li dijî ziman û destgirtinên zayendiperest yên di medya de û li beramberi zihniyeta mér-dewlet me têkoşîn kir û emê têkoşîna xwe bê navber bidomînin. Di rêwîtiya heqîqetë de me hêza watedar a gotinê, pênûs û dîtbariyê kir bingehê têkoşîna xwe. Em di wê zanebûnê de ne ku barê me girane û rêya me dirêje.

YRJ’e, înşakirin û ragihandina neteweya demokratîk, civaka komînal û hevjiyana azad wek erka xwe ya sereke digire dest. Jiyana komînal, avakirina komînan di hemû kar û xebatên ragihandina azad de pêk tîne. Li ser vê esasî wê xwe birêxistin bike, perwerde bike, pisporiyê pêş bixe û pêşengiya heqîqetê bike.

Rêber Apo ji bo xeta Gurbetelî Ersoz destnîşan dike ku; “biriyardarî û tekoşîna wê ya ji bo jiyanek azad berpirsiyariyê dixe ser milê hemû kesî. Erka me ye ku em bîranîna Gurbetelî bijîn, raman û têkoşîna wê ji nivşên pêşerojê re veguhezînin.” Konferansa me destnîşan kir ku pênaseya Rêber Apo ya ji bo Gurbetelî Ersoz wek nexşerêya ragihandina azad dibîne, di lêgerîna heqîqetë de û rohnîkirina rastiyan de wê di bin her şert û mercan de bê westandin bixebite.

YRJ, di dema pêş de li Rojhilata Navîn bi taybet li Suriyê ji bo bibe çav, guh û gotina jinan wê hîn zêde bixebite, têkoşîn bike, li hemû qadan xwe bi rêxistin bike, li beramberî şerên hîbrît di zimanê ragihandina azad de israr bike, ji bo inşakirina civaka demokratik, jin û zilamê azad bi îdîayek mezin rola pêşenktiyê bigire ser xwe.

Related Articles

Back to top button