
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 15’ê vê mehê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da. Platformê ragihand ku çalakiyên îsal bi dirûşma “Bi hev re em civateke demokratîk û komunal ava dikin da ku tundiyê bi dawî bikin” pêk tên.
Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê de rêxistina Kongra Star a bajarê Eyn Îsa li navenda xwe ya li bajêr perwerdeyek ji bo mêran da destpêkirin.
Dewreya perwerdeyê dê 3 rojan dewam bike. Di perwerdeyê de dê semîner li ser tundiya li dijî jinan, rêbazên wê û rêbazên bidawîkrinê û avakirina malbateke durist werin dayîn.
Ji rêveberên Kongra Star Ruqeya Mihemed der barê perwerdeya ji bo mêran de diyar kir ku dê mijarên tundiya li ser jinan, rêziknameya Mala Jinan û ya Kongra Star werin şîrovekirin.
Bi heman boneyê Kongra Star semînerek li hola civînan da.
Ji rêveberên Meclisa PYD’ê ya kantona Firatê Redîa Îsmaîl semîner da. Redîa sedemên sereke yên berdewamiya tundiya li dijî jinan şîrove kir û got, nezanîna qanûnê, nebûna hişmendiya mafên jinan û rewakirina tundiyê wekî hinceta perwerdekirinê sedemên tundiyê ne.
Rebîa diyar kir ku çareseriya bingehîn a rêgirtin li pêşiya tundiya li ser jinan bi perwerde, hînkirin, belavkirina çanda wekheviya zayendî û pêşxistina aboriya jinan pêkan e.




