Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star dewreyeke perwerdeyê a Mehekê bi Dawî kir
Bi armanca pêşxistina hişmendiyê û avakirina kesayetên zana û bîrdozî Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a kantona Firatê dewreyek perwerdeya girtî li akademiya Şehîd Şîlan a bi navê şehîd Rojîn Asman bi dawî kir.

Perwerde ji bo civakekê jiyanî ye. Civaka ku ji perwerdeya xwezayî û ya zaniztî bêpar be di xwezaya xwe de ji civakbûyînê jî derdikeve. Ya girîng ew e ku ji bo perwerdeyek bi nirx xebat guherînî û mayînde bên pêşxistin. Lewre perwerdeyeke baş dê pêşerojeke baş jî bi xwe re bîn e. Civakeke bi perwerde dikare bi her awayî xwe pêş ve bibe û xwe biparêz e. Li vir em tenê behsa perwerdeya pîşeyî nakin. Perwerdeya ji bo mirov û civakê bi giştî ye. Beriya her tiştî jî di warê hişmendî de perwerde gelekî girîng e. Heke di mirov de hişmendiyeke mirov parêz, civakî, wekhev û demokratîk pêş nekeve gelekî zehmet e ku civakeke pêşketî, xwedî pêşerojeke azad û bi ewle pêş bikev e.
di vê çarçoveyê de ji bo ava kirina kesayetên zana da ku pêşengiyê ji civakê re bikin komîteya perwerdê a kongra star li bajarê kobanê dewreyek perwerdê a mehekê veiribû .28 endamên şaredarîyên Jin ve li Akademîya Şehîd Şîlan Dewreya Şehîd Rojîn Asman , îro bi şahiyekê bi dawî kir.Perwerde bi gelek waneyên têr û tijî ,
Girîngîya perwerdê, Civaka Xwezayî,Uslûb û Xîtabet, Rexne û Rexnedayîn, Şerê Taybet,Dîroka TJA (Tevgera Jina Azad, Rastiya Serokatî, Çand û Exlaq, Jineolojî, Şerê Gelê Şoreşgerî,Netewa Demokratîk,Dada Civakî, Civaka cinsiyetperestî, Welatparêzî, Pergala Hevserokatî û Manefestoya Aştî û Civaka Demokratîk,ku ev wane hemûjî çavkaniya xwe ji fikir û ramanên rêber Abdullah Ocalan digre hatin dayîn û li ser van waneyan guftugo analîz hatin kirin û di nirxandinên beşdarvanên perwerdê de eşkere bû ku her çendî kesayet perwerde kirî û rêxistinkirî be ewqas dikare ya xwebe û bi xwebûna xwe dikare azad bibe û ji civaka xwere bibe pêşeng .
îrojî perwerde bi axaftina girtinê ku ji aliyê Revebiriya yekitiya şaredariyan a kantona Firate zozan Kobanê ve hate kirin û wiha got’ger jin azad nebe kurdistan azad nabe,lewma divê em li ser bîrdoziya manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk baş lêhurbûn bikin bi taybetî mijarên pêwendiya xwe bi kurkirina têkoşîna azadiyê bi taybetî bi boneya meha têkoşîna li dijî tundiya li ser jin em bikaribin manîfestoyê her dem ji bo xwe bikin bingeh ava kirina kesayet û tevahiya civakê,herwiha Zozan di berdewamiya axaftina xwe de bal işand li ser berxwedaniya hersê xuşkên Mirabel,ku çawa serî li hember sîstema desthilatdar hildan û dawaza mafê jinan kirin ,û ew bi vîn û berxwedanî û sîfetên xweyî bedew ku temsîla jinên azad dikir êdî hatin nasîn.
zozan wiha pêde çû û bal kişand li ser gelek jinên berxwedê û serhildêr li hember pergala sedthilatdar û jin nenas wekî Clara zetkîn Roza luxsamburg,herwiha di pey wan re bi sedan jinên şoreşger di nava tevgera azadiyê de wekî hevrê Sara Sakîne cansiz,Bêrîtan Hêvî û zîlanan û hêjî heya weke niha bi sedan jinên qehreman li ser riya têkoşîna azadiya jin û bi dest xistina mafê wê têdikoşin .
zozan wiha bi dawî kir’di meheke wiha de meha têkoşîna li dij tundûtûjiya li ser jinan ev perwerde tê bi dawî kirin divê em di kurahiya vê rastiyê de bin em weke jin hevgirtîbin bi yekbin ,wekî ku Rêber Apo jî dibêje;jin bi gele operasyonan rûbirû tê çi di warê sxs (bikaranîna bedena jin)herwiha bê îrade kirina jin û desteser kirina Aborî yan jî ji qada aborî û gelek qadên jiyanê ew bêparhiştin.lewra Rêber Apo pêdiviya ku jin xwedî li hev derkevin dibîne ji ber ku jin xwedî li hev dernekeve û bi hevre ne bi yekbin û ji bo azadî û mafê xwe tênekoşe wê tukes azadiyê jêre pêşkêş neke.
perwerde bi şano ,stran û govendan herwiha bi diruşmeyên bê Serok Jiyan Nabe ,Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.




