
Di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de li Çilaxa dewreyeke perwerdeyê ya mêran hat vekirin .
Kongra Star a bajarê Çilaxa yê kantona Qamişlo bi beşdariya 46 mêran dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin. Dewreya perwerdeyê li navenda PYD’ê hatiye vekirin wê 3 rojan dewam bike.
Perwerde bi deqeyeke rêzgirtinê li ser rihê cangoriyê azadiyê dest pê kir. Piştre rêvebera Kongra Star Rîhan Temo waneyek li ser zayendparêziyê da.
Rîhan Temo diyar kir ku civaka xwezayî li ser esasê azadî û wekheviyê hatibû avakirin û rola jinan di rêxistinkirina civakê de sereke bû, lê bi pêşketina zihniyeta baviksalar re zayendparêzî pêş ket.
Rîhan Temo got, li dijî zayendparêziyê pêdivî bi çareseriyên bingehîn hene ku bi guhertina hişmendiya mêr û jin û vegera li civaka xwezayî ve dest pê dike.
Rîhan Temo banga avakirina nifşekî nû li ser esasên edalet, wekhevî û hevjiyana azad kir.
Beşdarên perwerdeyê ku nêrînên xwe anîn ziman diyar kir ku zihniyeta serdest berhema hezarên salan e û gotin, dê ji bo avakirina civakeke demokratîk, wekehv û edaletî bixebitin.




