Li Eyn Îsayê Konferansa komînan hat lidarxistin
Di çarçoveya konferansên ku Meclisa Gelan a Demokratîk, Meclisa Rêveber û Kongra Star ên kantona Firatê li dar dixin de, li bajarokê Hîşê yê bajarê Eyn Îsayê konferansa komînan hat lidarxistin.

Di çarçoveya civînên ku Meclisa Gelan a Demokratîk, Meclsa Rêveber û Kongra Star li tevahî bajarok û bajarên girêdayî kantona Firatê li dar dixin de, îro li bajarokê Hîşê yê bajarê Eyn îsayê konferansa komînan hat organîzekirin.
Konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. dûre pergala civakî ya komînan û nameya Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin, bicihanîna wan ên pratîkî weke hîmeke bingehîn ji bo gihandina li pergala civakî-exlaqî hat şîrovekirin.
Di konferansê de behsa bendên bingehîn ên ji bo pêşketina xebata komînal, bicihanîna rewşa rêxistinî ya komînan bi rêya xebitîn û aktîvkirina komîteyên komînan li gorî pêdiviyan, aktîvkirina rola hevserokan, dayîna biryarên guncaw û xebata avakirina komînên taybet bi jinan, hatin kirin.
Li kêlek wê jî hat diyarkirin ku pêwîst e dewreyên perwerdê ji bo hevserokan, endamên komîteyan werin vekirin û xebat li ser avakirina zihniyeta komînalî were kirin.
Konferans bi gelek pêşniyarên weke; komîn bingeha avakirina civakê ye, xebitîna li ser geşepêdana jiyana aborî- civakî û jin di komînê de bingeh e, bi dawî bû.




