Bi Hevgirtina Jinan wê Dawî li Tundiyê bê û Cîhaneke Demokratîk û Komunal Ava Bibe
Koordîasyona Kongra Star: ji hersê xuşkên Mîrabel ,Rosa luxemburg hayanî Sakîne û hemû bedelên ku ji bo azadiya jin û mirovahiyê hate dayîn bi rêzdarî bi bîranîn û soza bilind kirina têkoşîna li dijî tundiyê da.

Koordînasyona Kongra Star bi boneye 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jin daxuhanî da û got; Em destpêkê xwişkên mîrabel ku bi têkoşîna xwe a li dijî desthilatiyê de mîrasa berxwedanî û berdêl dayînê ji mere hiştin û bûyî sedem ku ev roj weke roja têkoşîna li dijî tundiyê bê destgirtin, bi rêzdarî bibîrtînin. Di şexsê van têkoşerande ji dîrokê heyanî roja me ya îro hemû qehreman, têkoşer, fedakar û rênîşanerên me ên hêja Rosa Luksenburg, Sakîne Cansiz, Şîlan Kobanê, Sosin Bîrhat, Yusra, Leman, Aryen Mako, Gulîstan û Hêro Bahadînan û bi hezaran têkoşerên ku me navê wan nenivîsîn bi rêzdarî bibîrtînin û em soz didin ku emê doza wan hîn mezintir bikin.
Kongra star xwe li ser mîrteya berxwedêr û berdêlên azadiya jin mezin kir û îro li dijî cîhadîstan têdikoşe
Wek tevgera Kongra Star ji avabûyînê heta niha li ser mîrasa berxwedaniya kesên ji bo azadiyê berdêl dayî em meşiyane û mezin bûne. Em xwedî li ked û berxwedaniya wan derketine. Îro jî li dijî zihniyeta cîhadîst bi hemû hêza xwe a siyasî, polîtîk, civakî em têkoşîneke bê hempa didin meşandin. Zihniyeta serdest di sedsala 21. De di şexsê jinê de gelek êrîş li ser civakê pêk anî. Em vê êrîşê him ji aliyê fîzîkî him jî ji aliyê derûnî û sîyasî de jî rasterast dibînin. Em ji Rojîn Kabaişan, Gulîstan Doku’yan, Narîn Guran’an bigirin heyanî Aşna Xesrew’an, em ji Jîna Emînîyan bigirin heyanî bi jinên li herêma peravê her wiha jinên li herêma Suweydayê; tenê îsal bi sedan jin hatin kuştin.
Rêxistinbûyîn Pêdiviya Herî Bingehîn a Şikandina Desthilatdariyê ye
Daxuyanê wiha domkir; Em bala xwe bidinê her ku hêza jin zêdetir derkete pêş, rêxistinbûyîna xwe zêdetir avakir, êrîşên sîstematîk zêdetir dibin. Dîsa li Sûrî jî bi rejîma ku anîne ser desthilatê ve siyaseteke rasterast ku jinê dike armanca êrîşên xwe û bê vîn dihêle tê meşandin. Em vê jî şênber di qanûnên ku tên derxistin ên li dijî îradeya jin, di siyasetê di qadên jiyanê ên din de rênedayîna jin, heyanî bi derketina jin a derve, cil û berg de zextên ku li ser tên de dibînin. Di sûrîde îro zihniyeteke wiha tê meşandin ku çaxa navîn jî bihurandiye. Ji aliyekêve pergala me a rêveberiya xweser bi hemû hêza xweve û bi têkoşînekê ve dixwaze jinê bi îrade bike ,lê belê hewildan ji milê din ve pergaleke ku ji hêla cîhadîstan ve tê meşandin ji bo ku jinê hîn zêdetir bixe bin erdê, ji civakbûyînê qut bike tê kirin. Em jî dizanin ku erka me di virde pir mezin e û rola ku me dayî ser milê xwe pir giran e. Desthilatiyê teybet di van salên dawîde zêdetir li ser olperestî û zayendperestiyê kar kir. Teybet jî ji bo ku zayend perestiyê kûrtir bike ev beşên îslama radîkal xwedî rol kirin. Li afganistanê talîban li Sûrî HTŞ ji ber wê yêkê bicih kirin û rê dane. îro di şexsê van tevgeran de îradeya jin heta dawiyê tê şikandin, bê nasname, bê îrade tên hiştin. Bizanebûn tên tirsandin da ku jin ji malê xwe dernekevin. Eger jin xwedî rêxistin nebe neçar dimîne ku li beramberî qanûnên wan ên hovane serî bitewîne.
Bê Dengiya li Hemer Her Cureyên Tundiyê Şermeke Mezine ,Divê em Xwedî Helwestên Radîkal bin
Daxuyaniyê eşkere kir ku’ di şexsê jinên Suweyda, jinên li peravê me dît dema ku jin ne rêxistinkirî be rûbirûyê çi kiryaran tê. Wek jin pêwîste em vê baş bizanibin ku tu dewlet piştgiriya azadiya jin nake. Tu dewlet jî naxwaze jin xwedî vîn be. Ev di mînaka van derveran de bi awayeke eşkere hate dîtin. Bi teybet îsal jinên li Suweydayê, li peravê hatin kuştin û yên ku hatin revandin di bajarande hatin firotin ,ev cihê şermeke mezin a hemû cîhan û mirovatiyê ye. Tenê ji bo van jinan mabe jî pêwîste jinên ku van kiryaran qebûl nake, jê acize, deng derxe. Bêdengî jî şermeke mezin e. Di çalakiyan de hêza xwe kirina yêk wê encamên berbiçav jî derxe holê.
Em di wê baweriyêdene ku ji vir şûnde wê jinên li sûrî û li Bakûr û Rojhilatê Sûrî rêxistinbûyîna xwe xurttir bikin û li dijî pergala dijminê jinê wê sekneke hîn radîkaltir nîşan bidin. Bi teybet di vê pêvajoyêde weke rêxistinên jin hêza xwe kirina yêk bersiveke herî mezin e ji desthilatiyêreye.
Daxuyaniyê baga yekkirina hêza jinan hat kirin û wiha bi dawî kir ku bi wesîleya vê rojê em weke rêxistinên jinan hêza xwe bikin yêk û li dijî pergala zayendperest sekneke bi encam nîşan bidin. Li hember van kiryaran em wek jinên Sûrî bizanibin ku yêkitiya me wê çareseriya bingehîn bi xwere bîne. ji bo Rojhilata Navîneke Demokratîk û avakirina civakeke Demokratîk, Komunal em hêza xwe bikin yek û em rê li ber tundiya sîstematîk bigirin.



