ÇalakîNûçeSlide

Bi Hezaran Şêniyên Kobanê Li Dijî Tundiya li Ser jinan Meşiyan

Bi  boneya roja  25ˊê Mijdarê li  bajarê Kobanê di bin diruşmeya "Em li dijî hişmendiya desthilatdar têkoşînê mezin bikin, wekheviyê ava bikin." meşeke girseyî li dar xist.

Kogra Star a kantona Firatê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan meşek li dar xist.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star û yên Rêxistina Sara hatin hildan û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Berxwedan jiyan e”, “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Meşê ji Qada Şehîd Egîd dest pê kir û heta Qada Jina Azad a Kobanê dewam kir. Li wir deqeyekê rêzgirtin hat girtin, dûre endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Şêranê Nadiya Hiso axivî û wiha got: “Em roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, li tevahî jinan pîroz dikin. Ev roj roja berxwedan û têkoşînê ye. Komkujiya li hemberî jinan, komkujiya li dijî civakê ye. Hişmendiya desthilatdar, ew zîhniyeta ku dixwaze mafên mirovan ji cîhanê rake, yekser êrişî jinan dike. Jin dixwazin jiyaneke aram û wekhev ava bikin. Jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kir û bi hemû hêza xwe dijmin têk bir û ji hişmendiya desthilatdar re got na.”

Nadiya Hiso anî ziman ku jin bi hebûn û xwebûna xwe bûn mîrasa civakê û got: “Jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe dinya hejand. Em vê roja pîroz li Rêber Apo û tevahî jinan pîroz dikin.”

Meş bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button