
Jinan îro li seranserî cîhanê û di nav de bakur û rojhilatê Sûrî li hemer tundiya li dijî jinan daketine qadan.
Di roja 25’ê Mijdarê ,roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hemû jinên berxwedêr, têkoşer,çalakvan û yên ku bindestiyê qebûl nakin , berê xwe dane qadan .
Yek ji rêzeçalakiyê 25’ê Mijdarê îro meşeke girseyî ji aliyê Kongra Star ve li bajarê Qamişlo hate organîzekirin.
Meş bi beşdariya sedan jin ji çarxêreya Sîna’a destpêkir û li listkgeha Heysem Kiço bidawî bû.
Piştî ku beşdarên meşê gihiştin lîstkgeha Heysem Kiço, bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin.
Paşê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo
Rîhan di serî de bixêrhatina beşdaran kir û wiha pêde çû bi boneya 25’ê Mijdara 2025’an ,em hersê xuşkên mîrapal di şexsê hersê jinên berxwedêr yên ku berxwedana dîrokî li hember mêrdewlet dane meşandin herwiha ji Rozaloksanborg heya Sakîne Cansiz ji Nagîhan heya Jiyan Deniz ji Salîhe Erebo heya Hevrîn Xelef em tevahî şehîdên azadiyê û heqîqetê bibîrtînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin.
Kombûna me ya îro , kombûna ji dîroka kevna heya roja îro jinan li seranserî cîhanê berxwedan û têkoşîneke mezin dane meşandin ev berxwedanî û têkoşîn heya roja îro li hember hişmendiya baviksalarî ,mêrdewlet û nijadperest bi tevahî qadên jiyanê de bi israrekî mezin ji malbatekê ji gundekî ji qadekê jinan di her alî de berxwedan û têkoşînekî mezin li hember van hişmendiyan têkoşiyaye.
Ev têkoşîn û berxwedanî xwedî mîrasekî mezin e, mîrasekî ku jin hertim di tevahî qadan de ji bona jiyanekî azad ,wekhev û aşîtyane di tevahî qadên jiyanê de berxwedan û têkoşîneke dîrokî dide meşandin .
Ev têkoşîn li hember hişmendiyên ku naxwazin jin pêşengtiya civakan bikin û hişmendiyên qirker,nijadperest, olperest, zayendperest ên ku hertim xwestine jinan tine bikin îrade û çanda jin tine bikin , muhra jin ya di dîrokê de tine û winda bikin.
Em dibînin li seranserî Kurdistanê di rojhilata navîn û di asta cîhanê de rojane bi hişmendiya mêrdewlet, dagirkeriyê,qirkirinê û kuştinê jin çawa têne hedefgirtin.
Di aliyekî de em dibînin ku jin berxwedaniyekî çawa di malbatê de dide meşandin , her jinek,dayikek ,ciwanek berxwrdaniyek dîrokî dide meşandin . di malbatê de
Ji bo ku biaxive ,derbikeve, jiyan bike û bixwîne .
Bi dehan hevalên ku pêşengtiya şoreşa azadî û heqîqtê dikirin pêşengtiya şoreşa Jin Jiyan Azadî dikirin mîna Hevrîn Xelef ,Zeyneb,Rîhan ,Gulê ,Jiyan û bi sedan mîna hevalê me yê têkoşînê yê ku têkoşîna azadiyê û heqîqetê dikirin .
Me dît ku çawa di riya balafirên bê mirov de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin
Di dawiyê de Rîhan piştrast kir ku dê Sûrya nû bi destê jinan û bi muhra jinan were avakirin û wê bi banga aşitî û civaka demokratîk sedsala 21’an bibe sedsala azadiya jinan
Herwiha li ser navê Konseya Rêveber Vîvyan Osê axivî û got.
Di Roja Navneteweyî ya Jiholêrakirina Tundûtûjiya li dijî Jinan de, em li ber berpirsiyariyekê radiwestin ku ji slogan û daxuyaniyan wêdetir e. Em li ber rastiyek dîrokî ya ku em her roj dijîn radiwestin , ku jin ne tenê nîvê civakê ne… lê belê, ew afirînerên wê ne, barê wê hildigirin, dema ku hilweşiya wê ji nû ve ava dikin, û dema ku hêz, aqil û zelalî hewce bû di pêş de radiwestin.
Em di Konseya Rêveber de bawer dikin ku tundûtûjiya li dijî jinan ne bûyerek demkî ye, ne jî birînek takekesî ye, lê belê gefek li ser aştiya civakê bi tevahî ye. Dema ku jinek tê hedefgirtin, nirxên edaletê tên hedefgirtin, rûmeta malbatê tê binpêkirin û pêşeroja nifşan di xetereyê de ye. Ji ber vê yekê, em di helwesta xwe de bi Israr radiwestin û bê westan dixebitin da ku jinan biparêzin û hêzdar bikin, û hebûna wan di her qada biryardanê û jiyana giştî de zêde bikin.
Di demekê de ku cîhan îro têkoşîna jinan pîroz dike, bakur-rojhilatê Sûriyeyê modelek cûda pêşkêş kiriye – modelek ku îspat kiriye ku dema mafên jinan tên dayîn, ew ne tenê li kêleka civakê radiwestin, lê di heman demê de pêşengiya wê dikin. Li vir, jin di rêveberiyê de hevkar, pêşengên guhertinê û dengek bêhempa di holên biryardanê û li qadên şer de bûn. Li vir, jinan nîşan da ku ew ne tenê wekheviyê dixwazin; ew wê dikin rastiyek.
Em bawer dikin ku jin ne qurbaniyên ku hewceyê rizgarkirinê ne, lê belê hebûnên bihêz in ku ji bo geşbûnê hewceyê hawîrdorek dadperwer in. Ji ber vê yekê, em îro û her roj dixebitin da ku hawîrdorek biafirînin ku mafan biparêze, pêşî li tundûtûjiyê bigire, û derfetê bide her jinê ku bê tirs bijî, bê dudilî beşdar bibe û bê şert û merc biafirîne.
Ji her jinekê re ku di bêdengiyê de têdikoşe, ji her jinekê re ku tevî êşê radibe, û ji her jinekê re ku hîn jî li ewlehiyê digere, em dibêjin: Hûn ne bi tenê ne. Kesên ku we dibihîzin hene, yên ku li kêleka we radiwestin, û yên ku dixebitin da ku birînên we careke din neyên başkirin.
Ji her endamekî civaka me re, jin û mêr, sazî û kesan re, em dibêjin: Rûbirûbûna bi tundiyê re berpirsiyariyeke ku em hemû parve dikin e. Rêzgirtina ji bo jinan ne vebijarkek e, lê kevirê bingehîn ê her civakekê ye ku dixwaze bi rûmet bijî. Îro ne bûyerek demkî ye… Îro bangek e ji bo wêrekiyeke nû û ji bo ragihandineke zelal a helwesta me: Em ê nehêlin ku tundî pêşeroja jinên me thedît bike. Em ê ji avakirina civakekê ku bi edaletê dijî… û bi rûmeta jinên xwe geş dibe, paşve gav neavêjin.
Di dawiyê de jî şanoyek têkildarî zilm û zordestiya li ser jinê ji aliyê koma şehîd Yusra ya navçeya Amûdê ve hate pêşkêşkirin.




