NûçeSlide

Hunermend Xêro Ebas Ji Bo Naskirina Kar û Xebatê Jin Berê Xwe Da Saziyên Jinan

Hunermendê Kurd Xêro Ebas piştî salên dirêj berê xwe da rojavayê Kurdistanê û cih bi cih digere bi xwesteka naskirina Şoreşa Jin û berhemên wê.

Ji ber şert û mercên zor û zehmet , gelek hunermendên Kurd ji rojavayê Kurdistan koçberî derveyî welat bûn , ji ber qedexeya hatina wan jî êdî salên dirêj nikarîbûn vegerin.
Di van salên dawî de piştî aramiya li bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybet jî piştî hilweşîna rêjîma Bais, gelek hunermendên Kurd serdana axa welatê xwe  rojava kirin.
Yak ji wan hunermendan jî Xêro Ebas e ku ji zaroktiya xwe de mijûlî hunerê dibû û di gundê xwe yê Dugurê ê girêdayî navçeya Amûdê bi dengê xwe yê xweş dihat nasîn.

Xêro bi xwesteka naskirina kar û xebat , hem jî saziyên jin , berê xwe da navenda Kongra Star ya Rojava Bakur û Rojhılatê Sûrıyê.
Endamên Kor Kongr Star bi dlixweşî pêşwaziya Xêro Ebas kirin.
Xêro serbildiya xwe bi Şoreşa jin anî ziman û got ku ew ji bo her destekdayînê û piştgiriyekê ji bo şoreşa rojava bi giştî , amade ye.
Kongra Star jî ji bo hîn zêdetir danasîna kar û xebatê jin , bi Hunermend Xêro Ebas re parve kir herwiha çawaniya destekdayîna hunermendan ji bo şoreşa rojava jî nîqaş kirin.

Di dawiyê de jî Xêro serkeftin ji hemû kar û xebatê jin re xwest û wê gera xwe ya saziyên jin de dewam bike.

Related Articles

Back to top button