ÇalakîNûçeSlide

Têkildarî Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan Rêxistina Sara Li Dibistanên Qamişlo Semîneran didin

Li 17 dibistanên bajarê Qamişloyê Rêxistina Sara semînerên berfireh derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ji bo xwendekaran pêşkêş dikin.

Di serdemeke ku nifşên tên de, di gelek zehmetiyan re derbas dibin mîna şantaja elektronîk , tehdît, xwekuştin, fêrbûna madeyên hişbir , destdirêjî û gelek tiştên bi zerar , roj bi roj di nava ciwana de belav dibin.
Ji ber van diyardeyan pêwîstî bi dayîna semînerên ku hişmendiya ciwanan li hember van diyardeyan li pêş bixe û bi baldar bin heye.

Rêxistina Sara bi taybet herî zêde giringiyê dide van mijaran û li sernaserî bakur û rojhilatê Sûriyê semîneran derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dide .
Rêxistina Sara li gelek bajaran ofîsên xwe bicih kirin e , ji bajarê Helebê ta Dêrikê xwedî rol e û li gelek kampên bakur û rojhilatê Sûriyê bicih dibin .
Rêxistina Sara ji bo dayîna semîneran dest bi kompanyakê kiriye , kampanya ji bo 17 dibistanên ku xwendekarên amadekarî û navîn dihewîn e , destpêkiriye .
Kampanya ji 23,11 destpêkir û dê di 21, 12 bidawî bibe, îro jî rêveberiya Rêxistina Sara Nisriya Mihemed, Berdevka fermî yê Rêxistina Sara Reşa Derwîş ,endama Komîteya perwerdê Roşîn û endama Komîteya perwerdê Delal Osman, li dibistana Ş. Kerîm (Alzahra) li çar refên keç û xort semîner derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dan.
Semîner bi boneya 25’ê Mijdarê hate dayî ku naveroka wê çîroka xuşkên Mîrapal hate şîrovekirin , paşê rê û rêbazên tundiyê hate zelalkirin û şîrovekirin , di semînerê de giringiya baldariya ku çawa mirov xwe ji destdirêjiyê ,tundiyê , madeyên hişbir , şantaja elektronîk biparêze hate dayîn .
Herî zêde ji bo xwendekaran baldarî ji bo şantaja elektronîk hate kirin .
Di serdemekê de ku di destê biçûk û mezinan de telefon heye û piranî jî ji bo tiştên bê sûd tê bikaranîn, hin ji ciwana wextê xwe bi tehdîta kesên din derbas dikin.
Ji ber van tehdîtan jî gelek diyardeyên xwekuştinê derdikevin holê .
Rêxistina Sara balkişand ser ku zewaca bi temenê bi çûk ew jî cureyê tundiyê ye herwiha baldarî da xwendkaran ku xwe ji madeyên hişbir û rakirina madeyên kuştinê mîna (Çek,kêr) biparêzin û dûr bikevin .
Di dawiyê de jî tekez kirin ku ên ku van rêbazan bikar bînin ewê bê ceza nemînin û hesa ji wan were xwestin .
Rêxistina Sara di kampaniyê hişyariyê li sernaserî bakur û rojhilatê Sûriyê de dewam dike.

Related Articles

Back to top button