Rêber Abdullah Ocalan: Yekîtiya Demokratîk Dikare Pirsgirêka Kurd Çareser Bike
Rêber Abdullah Ocalan peyam şand civîna Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û got: “Perçebûna Kurdistanê rastiyek dîrokê îfade dike. Çareseriya pirsgirêka Kurd û yekîtiya demokratîk ger aştî û azadiya hemû gelên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê bigire nav xwe dê watedar bibe.”

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Em ê bi ruhê yekîtiyê bi ser bikevin” Civîna xwe ya Giştî ya Asayî ya 2yemîn li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Di civînê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin.
Abdullah Ocalan diyar kir ku yekîtiya demokratîk a neteweyî têgihiştineke li ser bingeha îradeya civakan a dildarî û pirrengiyê esas digire. Di peyamê de ev xal hatin destnîşankirin: “Ev yekîtî ne pêkhateyên yekperest û navendî yên netew dewletê, rêxistinbûnek civakî ya tevlibûna demokratîk a xwecihîbûnê esas digire ye. Hêza xwe ne ji desthilatdariyê, ji civakîbûnê digire.”
Abdullah Ocalan diyar kir ku perçebûna Kurdistanê rastiyeke dîrokê îfade dike û wiha got: “Divê cihêwaziya her perçeyekê li ber çavan bê girtin û li gorî wê rêyên çareseriyê bên peydakirin. Pêwist e yekîtiya di navbera perçeyan de jî ne li gorî feraseta desthilatê, li gorî hişmendiya neteweya demokratîk bê avakirin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û yekîtiya demokratîk ger aştî û azadiya hemû gelên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê bigire nav xwe dê watedar bibe.”
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku yekîtiyek mayînde bi îradeya jiyana hevpar, wekhevî û hevnaskirina dualî pêkan e û wiha domand: “Ji bo vê yekê ez bi taybetî dixwazin binê yekîtiyeke demokratîk destnîşan bikim. Bêguman dema ev xebat tên meşandin rêxistinbûna civaka demokratîk û siyaseta demokratik, rê û rêbaza esasî ye.”
Abdullah Ocalan anî ziman ku kongre dê bibe gaveke armanc û rêgezên yekîtiya demokratîk bi hêz bike.
Abdullah Ocalan di dawiya peyamê de baweriya xwe ya ji bo serkeftina kongreyê û silavên xwe ji pêkhatiye kongreyê re şand.



