ÇalakîNûçeSlide

Li Herêma Cizîrê Bi pêşengiya Kongra Star Jinan Soza Xwe bi Şehîdan re Nûkirin

 Kongra Star Têkildarî Binpêkirin û Komkujiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Li Herêma Cızirêma Mêtîngek girseyî Lidarxist.

Piştî kontrolkirina cîhadîstên girêdayî hikûmeta demikî ya Sûriyê , gelek sivîl hatin windakirin û gelek binpêkirinên dij mirovahiyê li ser wan hate ferzkirin.
Komkujî, qetilkirin, revandina li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatin li pêş çavên hemû cîhanê pêk hat , tevahî cîhan li hember van kiryaran bê deng û kor man .

Di 16’ê Çileya 2026’an de Rêxistina Kongra Star bi mêtîngeke berfireh berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyên silav kir .
Mêtîng di saet 12’an de li qada Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Mêtîng bi beşdarbûna bi sedan endamên sazî, meclis , komîn û hêzên Ewlekariya Hundirîn destpêkirin.
Di serî de bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin.
Paşê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got
Em di kesayet şehîd Ziyad û Denîz de hemû şehîd ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine bibîrtînin.
Hêzên me berxwedaneke dîrokî li Şêxmeqsûd dane meşandin , nexasim gelê ku heya kêliya dawî her li kêlek şervanê xwe bû .
Fedayiyên me hêjayî ne ku em hertim ji bo xwedîliderketina li keda wan di berxwedan û têkoşînê de bin.
Mirov dikare desteserkirina li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê desteserkirina li ser mafê gelê Kurd binav bike ye.
Cîhadîstên ku bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker berê xwe dan taxên Kurdan bi kîn û dilekî be rehim êrîş kirin, di êrîşan de gel şerpeze bû û ta niha qedera gelek kesan ne diyar e.
Rîhan destnîşan kir ku hikûmeta demikî idea dike ku ew mafê gelê Kurd diparêz e, lê berovajî vê yekê tê xuyakirin .
Rîhan wiha axaftina xwe wiha domand çawa ku komkujî bi serê Durzî û Elewiyan de pêk anîn , bi heman armanc û rêbazî berê xwe dan Kurdan.
Niha jî êrîşên xwe dibin ser Dêr Hafir û bendava Tişrînê .
Li hember van kiryaran dewletên navnetwî bê rolin .
Di dawiya axaftina xwe de wiha got em bang li gelê xwe dikin ku bi hêza xwe bawer bin û li axa xwe xwedî derkevin.
Herwiha endama rêveber a hêzên Ewlekariya Hundirîn Hilat Mihemed jî axivî û wiha anî ziman

Pêşî, em berxwedana dîrokî ya li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku heft rojan dewam kir silav dikin.

Di bin şert û mercên dijwar ên ku gelê me tê re derbas bûye de, jinên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di berxwedanê de, parastina rûmeta mirovan û li hember polîtîkayên zext û şîdeta sîstematîk de roleke pêşeng lîstin.
Jinên li van her du taxan ne tenê bi berxwedana xwe ya rojane li hember dorpêç û binpêkirinan, lê di heman demê de bi beşdariya xwe ya çalak di parastina civaka xwe û parastina nirxên mirovî û jiyana hevbeş de jî mînakek pêşketî ya fedakarî û berxwedanê danîne.
Di vê çarçoveyê de, em bi tundî tawana hovane ya ku wijdanê mirovahiyê hejandiye şermezar dikin , parçekirina cenazeyê hevala me ya qehreman Deniz ku di vîdyoyek berfireh de xuya bû. Aliyên girêdayî hikûmetê li Şamê piştî şehadeta wê, cenazeyê wê ji avahiyek bilind avêtin ev binpêkirinê dij mirovî û exlaqî ne

Hilat wiha domand ev kiryar bi ti hincetan nayên rewakirin û ew astek xeternak a bêrêziya jiyana mirovan û hewldanek ji bo şikandina îradeya civakê bi belavkirina teror û şermezarkirinê nîşan didin.
Her wiha em nîgeraniya xwe ya kûr nîşan didin û bi tundî li hember agahî û şahidiyên ku di derbarê muameleya bi girtiyan re belav dibin, yên ku rastî rûreşî, rezîlkirin û muameleya nemirovane tên, ku ev yek binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye, ku parastina girtiyan garantî dike û muameleya wan bi rûmet û rêzdarî misoger dike, şermezar dikin.

Di dawiya axaftina xwe de, Hala Mihemed rêz li berxwedana jinan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê girt û got: “Hevalên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Helebê piştî berxwedaneke qehremanî ku destaneke dîrokî û efsanewî nivîsandiye, gihîştin pileya şehadetê. Em ji birîndaran re başbûneke bilez dixwazin û em tekez dikin ku ev sûc dê îradeya jinên azad neşkînin, lê dê biryardarî û israra gelê me ya ji bo parastina mafên xwe yên rewa yên azadî, edalet û jiyana bi rûmet zêde bikin.”

Di dawiyê de jî mêtîng bi dirûşmeya bijî berxwedana Asayîş, Şehîd namirin bi dawî bû.

 

Related Articles

Back to top button