
Çeteyekî girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê yê bi navê Ramî El Deheş ku li bajarê Reqayê şervaneke YPJ`ê şehîd dixe û piştre keziyên wê yê hûnandî qut dike, ev bi dîmenekî hovane hate girtin û li ser medîya dijîtalê hate parvekirin. Li dijî vê hovantiyê bi dehan Jin û ciwanên Kurd ên Bajarê Qamişlo çalakiyek pirotestokirinê lidarxistin û şermezar kirin.
Çalakî li pêşiya çerxereya Rojava ya li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, çalakî bi siloganên “Bijî berxwedana YPJ, YPG.“ “Li şûna keziyekê bi hezaran kezî şîn dibe.“ “Berxwedan jiyane.“ “Bijî berxwedana Rojava.“ hate berzkirin û pankart hatine hildan: “We keziyek qut kirbi hezaran keziyên me hene, kes nikare me tune bike.“ “Keziyên me ji we bişereftirin.”
Piştî deqeyek rêzigirtinê li ser giyanê şehîdan, mamosteya bi navê Roz Elî axivî û diyar kir ku Jinên Kurd di çeperên şer, di milê siyasî, diplomasî, leşkerî û çandî di hemû aliyan de cihê xwe girtiye. Mil bi mil Jin û mêrên Kurd bi hevre kar û xebatan didin meşandin.
Roz Elî da zanîn ku ew tu carî dev ji xaka welatê xwe û doza xwe ya Kurdî bernadin, tu carî îradeya jinên Kurd naşke.
Piştre jin û ciwanan keziyên hev hûnadin û diyar kirin ku li şûna keziyekê bi hezaran kezî şîn dibe.
Di heman çarçoveyê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo jî komek jin çalakiyek pirotestokirinê lidarxist, têde jin bertekên xwe li hemberî vê hovantiyê nîşan da û bi lêdana erbanê, hûnandina keziyên hevdû û bi dalqandina pênûsên ku nirxên rewşenbîrî, çandî û hunerî nîşan dan.




