Arşîv

Şandeya Dem Partî Ya Bakurê Kurdistê Serdana Kongra Star li Rojava Kir

Dem Partî : Rajavayê Kurdistanê Ji Bo Yekîtiya Kurdan Pêşengtî Kir û navê Rojava tê wateya şoreşa jinan e.

Ji ber rewşa heyî ya ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe , şandeya Dem Partî ya bakurê Kurdistanê ku doh gihişt rojava , dê serdana tevgerên jinan û partiyên siyasî ên Rêveberiya Xweser bike.

Şandeya dem partiyê ji bo ji nêzve dîtin rewşa gel li rojavayê Kurdistanê herwiha ji bo çareseriyeke bê xwîn berê xwe daye rojava .

Îro di saet 11:30 ‘an de şandeya dem partî berê xwe da navenda Kongra Star a bajarê Qamişloyê .
Şande ji aliyê rêveber û endamên Kongra Star hate pêşwazîkirin.

Piştî bixêrhatina şandeya bakurê Kurdistanê niqaş destpêkir, nîqaş li rewşa metirsîdar a ku herêm pê re rû bi rû maye hate kirin.
Hate tekezkirin ku pêwîste em ne wek partiyên xwedî nakokiyên navxweyî tevbigerin, ji wê zêdetir gereke em wekî gelê Kurd tevbigerin .
Xeteriya li ser rojava , li ser bakur , başr û rojhilatê Kurdistanê ye û tevahiya rojhilata navîn e.
Tevî dorpêç , metirsî û pilana tunekirinê li ser gelê Kurd , lê gel berovajî wê bi moralekî mezin û zanebûn tevdigerin.
Cîhadîstên hikûmeta demikî ya Şamê heman Daişiyên ku 2014 êrîşî Kobanê kirin , lê bi navekî nû berê xwe dane Sûriyê.
Dem partî herwiha Rêxistina Kongra Star hêviya serkeftinê ji serhildana gelê Kurd, tekez kirin û diyar kirin ku ta dawiyê ewê ji bo azadiya gelê Kurd tevbigerin

Related Articles

Back to top button