
Ji 6’ê Çileyê ve ku êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kirin, jin bi awayekî aktîf di amadekirina xwarinê ji şervanan re dileyizin û li aliyê din jî bi şev taxan diparêzin.Jinan bang li gelê Kurd kirin ku tevalî berxwedana Rojava bibin .
‘dayik li pişta we ne, serkeftin a me ye ‘
Edîba Hesen destnîşan kir ku ew wek dayik ji bo jiyaneke azad û bi rûmet piştgiriya zarokên xwe dikin û got, “Em îro li vir kom bûn ji bo xwarinê ji zarokên xwe re yê eniyên şer de amade dikin da ku me ji qirkirin û êrîşên hovîtiyê biparêzin.Di vê qonaxa hestiyar de çi ji me tê xwestin? Em amade ne, çi hazirkirina xwarinê be, çi jî hilgirtina çekan. Em ji şervanên xwe re dibêjin: Em piştgiriya we dikin, serkeftin wê ya me be.”
‘zihniyeta DAIŞ’ êrîşî kurdan dike ‘
Edîba tekez kir kudi roja Îro zihniyeta DAIŞ êrîşî me dike û di bin navê olê de dixwaze kurdan tune bike û wiha dewam kir “ola Îslamê van komkujî û binpêkirinan qebûl nake. Em daxwaza aştiyê dikin û mafê me ye ku em xwe ji êrîşan biparêzin. Em mal û axa xwe terk nakin. Em li vir hatin afirandin û em ê li vir bimînin û piştgiriyê bidin hêzên xwe.”
‘kes nikare hêza yekîtiya kurdan bişkîne ‘
Xalise Beşîr destnîşan kir ku hebûn û yekîtiya jinan di vê metbexê de bi serê xwe serkeftinek e û berxwedanek mezin e da ku karibin li eniyên şer û di vê sermaya dijwar de piştgiriyê bidin zarokên xwe û got:”Em deyndarê şervan û şehîdên xwe ne. Dijminê dinyayê yek e. Hemû welat dijminên me ne, lê kes nikare hêzên yekitiya Kurdan li hemû cîhanê bişkîne. Em berxwedana gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê silav dikin û ji bo doza Kurd her tim daxwaza vê berxwedanê dikin.
‘kurd rabin ser piya ,rûniştina li male îxanete ‘
Xalîse bi dilekî şewat bang kir û got:”Ey Kurdno, li malên xwe nemînin. Îro roja şeref û rûmetê ye. Hûn li ku bin, rabin ser piyan û piştgiriyê bidin me. Em dayikên we ne û hûn jî zarokên me ne.Em bi hêza xwe bawer in û cîhan behsa hêzên kurdan dike û serkeftin hevalbendê me ye.Em nikarin di malekê de bin. Hebûna di malekê de îxaneta zarokên me ye.




