NûçeSlide

Şandeya Weqfa VIM Ya Xêrxwaziyê A Silêmaniya Başûrê Kurdistanê Serdana Kongra Star Kir

Weqfa VIM ê Ya Xêrxwaziyê A Bajarê Silêmaniyê Bi Armanca Ji Nêz ve Dîtina û şopandina  Xebatên Jin , Serdana Kongra Star li Rojavayê Kurdistanê Kir.

Ji nêz ve dîtin û piştgiriya rojavayê Kurdistanê,herwiha ji bo serdana Koçber û destekdayîna wan , di nav de serdnan saziyên Rêveberiya Xweser şandeyek ji weqfa VIM ya Silêmaniyê duh berê xwe da rojavayê Kurdistan.

Şande bi serkêşiya Seroka weqfa VIM Lava Hikmet Mihemed ve pêk dihat, şandeyê di hatina xwe ya rojava de di serî de serdana goristana Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo kir.
Îro jî şandeya VIM’ê berê xwe da Kongra Star ya rojava kir, şande ji aliyê rêveberên Kongra Star , Fermandarên YPJ’ê û endamên wan hate pêşwazîkirin.

Di rûniştandina herdû aliyan  behsa têkoşîn û berxwedana gelê Kurd li herdevera cîhanê û bi taybet rojavayê Kurdistanê hate kirin, di nav de balhate kişandin li ser piştgirî û komeleyên xêrxwaziyê yên ku ji başûrê Kurdistan ê hate pêşkêşkirin, hate kirin.
Herwiha kêfxweşiya başdaran têkildarî yekdestiya gelê Kurd û çalakiyê ku pê ve rabûn , bi taybet meşa girseyî ku li Silêmaniyê hate lidarxistin ku li tevahiya Kurdistan deng veda hate diyarkirin .

Şandeyê di dawiyê de tekez kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriya xuşk û birayên xwe yê rojava bikin û destek bidin têkoşîna wan.

Related Articles

Back to top button