
Li ser bingeha gef û êrîşan, li seranserê Rojava seferberiyeke giştî tê lidarxistin û niştecihên bajêr bi awayên cûrbecûr piştgiriyê didin şervanên li eniyên pêş.
Li Qamîşlîyê, endamên Kongra Star, bi hevkariya dayikan, xwarinê amade dikin û digihînin şervanan, piştgiriya gel û hevgirtina civakî bi hêzên ku wan diparêzin re nîşan didin.
Ji ber ku rojavayê Kurdistanê di rewşa seferberiyê de ye , şervanên ku zarokê vî gelî ne encax karibin xwarineke bilez bixwin.
Lê belê ev bi biryara jinên ciwan û dayikên li hemû bajarên rojavayê Kurdistanê rojane ji bo şervanan xwarina germ û bi dilê wan tê çêkirin.
Dayikên taxa Hilêliyê a bajarê Qamişlo jî îro bibiryar xwarina pasta û tirşik Çêkirin.
Bi dehan jinên taxê xwe dane hev û bi yek destî dest bi çêkirin û hazirkirina xwarinê kirin.
Civata dayika li ber çêkirina xwarinê hestekî cuda dide mirov , hestekî aramî , xwedîlderketin û hembêzkirina zarokên wan e.
jinan diyar kirin ku ewê li her deverê li pişta zarokên xwe bin çi li çeperên şer çi jî di amadekirina xwarênê de.
Herwiha dayika tekez kir ku ew ê heyanî dawî piştgiriya şervanên xwe bikin û çi ji dest wan were ew ê bikin û ew ê şervanên xwe bê xwarin û moral nehêlin ew ji şervan û ewladên xwe û şervan jî ji dayik û gel moral digre .
Dayikan di dawî de diyarkirin ku ew pir kêfxweşin bi çêkirina xwarinê û ew xwarinan bi hezkirin çêdikin û heyanî serkeftinê ewê li qadan bin.



