ArşîvNûçeSlide

Şandeya KNK’ê Serdana Rêxistina Jin li Rojavayê kurdistanê Kongra Star kir

Endamên Konseya Rêveber ên KNK’ê. gotin: “Ev êrîş û jenosîdek navnetewî li ser Kurdan hatiye destpêkirin bi taybetîjî li hember destkeftiyê jinan bû, gelê Kurd li hemberî vê yekîtiya xwe pêkanî . 

29’ˊê Çileyê (2026) şandeyek Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Li gel partiyên Kurd ên li Rojava civîn çêkirin û heta niha danûstandinên wan didomin, îrojî ev şande serdana Kongra Star kir,

Endamên şandeyê diyar kirin ku beriya hertiştî êrîşên li ser rojavayê kurdistanê êrîşa li ser destkeftiyê şoreşa jinanelewma divê ev têkoşîn bidome û bi hêztir bibe, piştî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê wan fêm kirin ku planeke navdewletî li ser herêmê heye û “Derket ku pêwîstî bi hêz û yekîtiya gelê Kurd heye. Gelê Kurd li tevahî Kurdistanê û cîhanê rabû ser piyan. KNK’ê weke erkekî netewî dît ku piştgiriya gelê xwe bike. Careke din me dît ku gelê Kurd daxwaza yekîtiyê dike. Êdî partiyên siyasî neçarin daxwaza gel bicih bînin. Hat fêmkirin ku tenê yekrêziya Kurd dikare me li hemberî plana têkbirina Kurdan rawest e

Çiqas xeterî li ser gelê Kurd heye, ewqas jî derfetên mezin hene, ew jî yekîtiyek mezin a di nava gelê Kurd e. Nabe ku em pişta xwe bidin hêzên derve, tenê hêza me yekîtiya gelê Kurd e. Me li Rojava dît ku gelê me çiqas bi moral e. Erkê herkesî ye ku herkes li ser lingan be û beşdarî berxwedana Rojava bibe.

Hêviya gelê me ew e ku kongreyek netewî bê lidarxistin.”

herwiha diyar kirin  ku ew ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hatine û wiha gotin ku , “Erkê me ye ku em îro li cem gelê xwe bin ku di bin jenosîdek navnetewî de ye. Erkê me ye ku em yekîtiya di nava gel de çêbûye biparêz in. Niha hevdîtinek di navbera QSD û hikumeta demkî ya Şamê de heye, divê em destê gelê xwe xurt bikin. Divê bi her awayî piştgiriya gelê xwe yê li Rojava bikin û bidomînin. Ji bo em doza rewa ya gelê Kurdistanê biparêz in.” 

 

Related Articles

Back to top button