Arşîv

‘Vekirina peymangehan asta têkoşînê û fikir bilind dike’

HESEKÊ – Endama Rêveberiya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Gulnaz Osman derbarê vekirina peymangehên Îslama Demokratîk de axivî. Gulnazê got: “Armanca me avakirina civakek bi exlaq û polîtîk e.”

Endama Rêveberiya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Navçeya Til Temirê Gulnaz Osman, armanc û girîngiya vekirina peymangehên Îslama Demokratîk rave kir.

‘Avakirina civakek bi exlaq û polîtîk erka me ye’

Gulnazê diyar kir ku vekirina peymangehên Îslama Demokratîk bi armanca avakirina mamosteyên pispor û avakirina civakek bi exlaq a li ser bingeha wekheviya di navbera jin û mêr de ye û wiha axaftina xwe domand: “Armanca sereke ya peymangehan ew e ku mamosteyên pispor werin perwerdekirin, ew mamoste rastiya Îslamê baş nas bike û bikaribe bibe bersiv ji kiryarên ku li ser ola Mislimantiyê tê meşandin û li hember fikrê tarî têbikoşe.”

‘Dê bi zimanê Kurdî û Erebî perwerde bê dayin’

Gulnazê bal kişand ser vekirina peymangehan li 3 bajarên Herêma Cizîrê û wiha got: “Peymangeh li Dêrik, Hesekê, Qamişlo hatiye avakirin. Kesê ku dikare tevlî peymangehê bibe pêwist e bawernameya amadehî pê re hebe, perwerdeyên ku di peymangehê de were dayîn li ser 2 beşan pêk tê, yek jê li ser Quranê ye û ya din jî li ser Dîrok, Felsefe, Erdnîgarî bi zimanê Kurdî û Erebî ye. Piştî ku şagirt peymangeh bi dawî kir, dê bawername li wan were belavkirin. Li ser wê bingehê bibe mamoste û dikare di zanîngeha Rojava de perwerdeyan bide û cihê xwe tê de bigire.”

‘Wekhevî yek ji taybetmendî û rastiya jinê ye’

Gulnazê da zanîn ku di avakirina civakek bi exlaq û polîtîk de jin xwedî rolek pir girîng e û wiha domand: “Ji dîrokê mirov bigire dest, di civaka xwezayî de jin rêvebir bûn û li ser bingeha wekeviyê jiyan dida avakirin. Yek ji taybetmendî û rastiya jinê wekhevî ye. Ji bo wê di îslama demokartîk de jî jin xwedî rolek pir girîng e û li ser bingeha wekeheviyê xwe pêş dixe.”

‘Bi vekirina peymangehan têkoşîna me li hember fikra tarî mezin dibe’

Gulnazê bi lêv kir ku Ola Îslamê Ola aştîtiyê ye û wiha pê de çû: “Li hember fikra tarî a ku DAIŞ’ê û dewletan belav kir, em ê têkoşîna xwe li ser bingeha Îslama Demokratîk a ku banga aştî û wekheviyê dike, bikin. Bi vekirina peymangehan me asta xwe ya têkoşînê mezin kir. Em wekî Navçeya Til Temirê deriyê saziya me vekiriye ji kesê ku dixwaze cihê xwe di peymangehan de bigire. Qeydkirina navan ji 1’ê Îlonê dest pê kiriye.”

Back to top button