
Di 15’ê Sibata 1999’an de bi Komloyek nawnetewî ku destên qirêj ên dewletên cîhanê tê de hebûn bi pilaneke dem dirêj bi armanca şikandina îradeya gelê Kurd di heman demê de qirkirin û bindestkirina Kurdan , rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hate girtin.
Mirov dikare bêje ku tofana Kurdan ji wir destpêkir, bi milyonan Gel daketin qadan û xiyaneta dewletan şermezar kirin , bi kezaran keç û xortên hezkiriyê rêber Abdullah Ocalan canê xwe feda kirin û bi şewata canê xwe dîlgirtina rêberê xwe şermezar kirin.
Girtina Rêber Abdullah Ocalan hîn zêdetir tevgera apocî xurtir kir , bi hezaran kes tevlî nava Partiya Karkerên Kurdistan bûn û bi armanca parastina mafê gelê Kurd tevdigeriyan.
Îro jî 27 sal ser dîlgirtina rêberê aşitî û mirovahiyê derbas dibe.
Girtina Rêber Abdullah Ocalan qanûn derbas kir û ta niha dewletên navnetewî ne jî dewleta Tirk a dagirker bi erkê xwe ve ranebû , îro bi hezaran gel bi daxwaz azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan herikîn qadan .
Li seranserî rojavayê Kurdistan ê îro meşin girseyî hatin lidarxistin.
Li bajarê Qamişloyê jî bi hezaran gel bi doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan Gel bi girseyî berê xwe dan qadan .
Meş di saet 11’an de ji çarxêreya Osman Sebrî destpêkir û li ber navenda Mihemed Şêxo bidawî bû.
Di serî de bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin , paşê li ser Insiyatîfa gel Remziya Mihemed axivî û got
Gelê ku roj bi roj li ser piya ye ji bo ku xwedî li ramanê rêber Abdullah Ocalan derkeve
Ji bo ku Komploya navnetewî vala derxîn e îroj û her roj li ser piya ye.
27 sal derbas bûn îro 15 ê Sibatê , lê careke din dîrok xwr dubare dike carek din komploya navnetewî li ser gelê Kurd dubare dibe ,wê hertim jî dîrok xwr dubare bike lê pêwîste em vê rojê biguherin, ku ne tenê qetilamên li ser gelê Kurd bên meşandin, ne tenê tinekirina gelê Kurd bê kirin,ne tenê serok û feylesûfên wekî rêber Abdullah Ocalan di zindanan de bimînin, pêwîste em vê dîrokê biguherin , em bikin dîrokekî ku rêber Abdullah Ocalan azad di nav me de bijî.
Remziya tekez kir ku komplo armanca wê herim ew bû ku rêber Abdullah Ocalan û gel ji hev qut bike, 27 derbas bûn lê hertim û rojana girêdana gelê Kurd û dost û gelên ku ji bo rêber Apo îro li ser piya ne ev girêdan zêde bû.
Hîn zêdetir zanistekû ku bi felsefa rêber Abdullah Ocalan hatî naskirin û ramanê ji bo aşitî û wekhevî bang dike.
Herwiha destnîşan kir ku ewê ne tenê vê saetê li qadan destê xwe bilind bikin bi serkeftinê û ji bo banga azadiyê , çawa komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê vala derket di belvkirina fikir û ramanê rêber Abdullah Ocalan ji zindanê ve,ku di wir de pirtûkên ji me re nivîsandî, nexşereya ku em li ser wê xwe perwerde bikin û birêve bibin û doza azadiya xwe bikin, ew fikir û ramanê ku li me belav kirî emê li ser wê bimeşin
Di dawiyê de jî got ku 27salin me doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kiriye û dê heta misogerkirin azadiya rêberê me her emê li qadan bin û ranewestin.




