Bi hezrarn pêkhateyan hesekê komloya 15’ê sibatê şermezarkirin
Di bin dirûşmeya “ êrîşên 6’ê Çileyê li ser Rojava komploya duyameîn a 15’ê sibatê ye “gelê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe daketin qadan û Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezarkirin.

Hesekê- Di bin dirûşmeya “ êrîşên 6’ê Çileyê li ser Rojava komploya duyameîn a 15’ê sibatê ye “û bi boneya 27`emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan gelê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe daketin qadan û banga azadiya fîzîkî a Rêber Ocalan kirin .
Meş li çarxerêya Şehîd Avêsta dest pê kir û li ber stadyom a Şehîdên Bendava Tişrîn veguherî mitîng .
‘Komplo li dijî Edalet û hevgirtina gelan e ‘
Piştî deqyek rêzgirtin, Endama desteya Rêveber Hediya Yusif tekez kir ku di pêvajoya ku Sûrî têde derbas dibe û êrîşên li ser Rojava carek din komploya 15 sibatê hat nûkirin û wiha axaftina xwe dewam kir :”Ev komploya navneteweyî felsefeya azadî, edalet û demokrasiyê hedef digire û em wê şermezar dikin. Ev komplo armanc dike ku îradeya gel bişkîne û bi rêya rêbertî, gelê Kurd, azadî û gelên Rojhilata Navîn hedef girtiye. dewletên ku ev komplo organîze kirine ne biratiya di navbera gelan de dixwazin û ne jî avakirina civatek azad û demokratîk; ji ber vê yekê, wan ev komplo plan kirine”
‘felsefeya Ocalan felsefeyek gerdonî ye ‘
Hediya da zanîn ku Felsefeya Rêber Ocalan hişt ku jiyanek azad, bi rûmet û demokratîk bijîn û wiha dewam kir :” Rêbertî yekîtîya gelan û edaletê ava kir, û felsefeya wî bûye felsefeyeke gerdûnî. Rêberê gel e, û gel îro di hemû warên jiyanê de têdikoşe da ku azadiya xwe.E m di qonaxek pir xeternak re derbas dibin. Ew dixwazin di navbera civakên Kurd û Ereb de nakokiyan çêbikin, û projeya biratiya di navbera gelan de rêyek e ji bo têkbirina vê komployê. Felsefeya rêbertî nasnameya me ye. Ev doz nayê şikandin ji ber ku ew bûye doza hemû gelên Rojhilata Navîn, û ev felsefe dê bi hevgirtin û yekîtiya gelan ser bikeve.”
Meş bi silogana “bê serok jiyan nabe “bi dawî bû.




