
Çalakiyên Kongra Star bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, dewam dikin.
Kongra Star a taxa Cûdî ya bajarê Qamişloyê bi beşdariya hejmareke jinan û şêniyên herêmê, çalakiyek li Parka Şehîdan li dar xist û daxuyanî da.
Rêvebera Baxçeyê Zarokan a Ararat Nesrîn Abdullah bi zimanê kurdî û endama Kongra Star a taxa Cûdî Cala Mele Hacî bi zimanê erebî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de 8’ê Adarê li tevahî jinan hat pîrozkirin û hate diyarkirin: “Ev roj qêrîna jinan a li hemberî kedxwariyê ye. Roja daxwaza mafan bû û pîrozkirina destkeftiyên jinan e. Di heman demê de roja têkoşîna wan a ji bo wekhevî û edaletê ye. Em vê rojê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîroz dikin û teqez dikin ku azadiya jinan bingeha azadiya civakê ye.”
Di daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin ku li hemberî feraseta bavikslar têkoşîna avakirina pergaleke demokratîk û jîngehî mezin bikin û wiha bi dawî bû: “8’ê Adarê ji bo jinên Kurd vejînek e. Rêber Abdullah Ocalan dibêje ku azadî bi jinan dest pê dike û rola wan hêzek mezin ji bo guhertin û pêşkeftinê ye. Her wiha sembola dayînê ye û ronahiyek e ku rêyên nifşan ronî dike.”
Bi heman boneyê Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê civînek ji jinan re li dar xist.
Civîn li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna bi dehan jinên bajar û gundeawrên Tirbespiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Rêvebera Kongra Srar a Tirbespiyê Şehnaz Şerîf axivî û got: “Roja Jinan a Cîhanê li jinên ku li hemberî zulmê û desthilatdariyê tê dikoşin û berxwedanê dikin li wan pîroz dikim.”
Şehnazê destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê jin destaneke dîrokî dide meşandin, di hemû aliyan de xwe bi rêxistin kirine û pêşengiya şoreşê kiriye.
Di dewama gotinên xwe de Şehnaz Şerîf da zanîn ku divê di destûra Sûriyeyê de, destkeftiyên jinan werin parastin û wiha dom kir: “Ji bo ku em karibin di civakek azad de bijîn û destkeftiyên xwe biparêzin, divê em jin têkoşînê mezintir bikin.”
Endamên Kongra Star ên bajarê Çilaxa jî serdana bendên kontrolê yên Asayîşê kir.
Endamên Kongra Star 8’ê Adarê li hêzên Asayîşê yên li ser bendên kontrolê pîroz kir û gul û kembera bi şeklê keziyan hatine çêkirin, diyarî endamên Asayîşa Jinan kir.
Di serdanê de endama Kongra Star Nezha Seyfedîn ji ber keda wan a parastina herêmê spasiya Asayîşê kir.
Ji rêveberên Asayîşa Çilaxayê Mîna Ebbo jî spasiya endamên Kongra Star kir û 8’ê Adarê li wan pîroz kir. Her wiha anî ziman ku dê erak xwe ya parastina herêmê û tevahî pêkhateyên wê bidomînin.




