Şervanên YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin di pêvajoya 14 salên Şoreşa Jin li Rojava û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bedelên giran buha dan, jin û gel parastin.
Kongra Star a bajarê Til Temir di bin dirûşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî emê şoreşa jin biparêzin” rêzeçalakiyên pêşwazîkirina 8’ê Adarê didomîne.
Îro jî Kongra Star bi cil û bergên folklorî yên çanda Kurdî, Erebî û Aşûrî, serdana YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin kirin û wêneyek diyarî wan kir. Wêne jî hejmara 8 ku bi kezî hatiye çêkirin e.
Di serdanê de Rêvebera Kongra Star Sena Tamir şehîdên jin bibîr anî û berxwedaniya şervanan û fermandaran ku di oxira vê şoreşê de berxwedaniyek bê hempa didin, silav kir û got: “Jin bi felsefeya Rêber Apo dikarî bihêz bibe û bibe pêşenga civakê û fermandara jiyanê.”
Herwiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin jî soza domandina têkoşînê û parastina jinan da.





