DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star:Soza me Ewe bi Hestên Tolhildanê bê Westan Emê Têbikoşin

Koordînasyona Kongra Star berxwedana jinê ya bi heybet a 8`ê Adarê silav kir û ji bo parastina destkeftiyên şoreşê soza berdewamiya têkoşînê da .

Kongra Star diyar kir ku di Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de‘Li hemberî qirkirina jinan û ji bo parastina nasname û hebûna jinan û civakê pêwîstî bi bilindkirina asta têkoşînê heye.

Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga xwedî derketina li nirxên şoreşê kir.

Daxuyanî wiha ye:

Bi boneya 8’ê Adar’a 2026’an de destpêkê em vê rojê li Rêber Apo pîroz dikin ku bi kedeke bi nirx ve hişt ku ev roje îro bi riheke berxwedêriya jinêve bê pîroz kirin. Dîsa em vê rojê li jinên wêrek û canbexş Ş. Denîz Çiya,Sîdar Efrîn, Zîlan Kobanê,Rewşen Efrîn ,Leyla Qasim û Gerîla Amarayan pîroz dikin ku canê xwe ji bo gelê xwe kirin mertal û gıhıştın asta şahadetê. Her wiha em 8’ê Adara 2026’an li tevahî jinên Kurdistanê û jinên cîhanê ên ku li hember hovitiya li dijî mirovatiyê têdikoşin pîroz dikin û wana ji dil û can silav dikin.

Şoreşa rojava bi dilsozî û canbexşiya jinan hate roja Îro

Daxuyanî wiha domand,Jinên hêja û berxwedêr; bêgûman pêşwazîkirina 8’ê Adara 2026’an  ji her sal girîngtir e ku êrîşên dijî hebûna jinê di asteke bilinddeye. Şoreşa Rojava bi dilsozî, fedakarî, wêrekî û canbexşiya jinan de geha roja me a îro. Di tevahî şoreşêde ji her aliyê jiyanêde jinan pêşengtiya şoreşê kir. Û ev hate îspatkirin. Jinên ku di bin rejîma baas de rûbirûyê zextên îrade şikandinê dihatin bi şoreşêve hemû hêza xwe ve ketin nava hewldanande. Di encamêde jî em ji milê leşkerî bigirin, heta aborî, belediye, tendurustî, perverde di her qadên jiyanêde encamên berbiçav derxistin holê ku gelek jinên cihanê jî van xebatan hêz girtin. Lê pergala sermayedarî bi awayeke bêrehim di tevahî salên şoreşêde li dijî destkeftiyên jina berxwedêr di nava êrîşande bû. Teybet jî di sala 2026’an de ev êrîş gehan asta xeteriya ku ji hêla fîzîkî û îradîde hemû hêza jinê  tune bikin.

Êrîşên li ser rojava hedef girtina destkeftiyên şoreşa jin e

Daxuyanî diyar kir ku,Di şexsê êrîşên li ser Rojavade teybet bandoreke mezin li ser jinê çêbû. Mînak tenê di koçberiya gelê me ê efrînêde bi hezaran jin li ser riya koçberiyê rastî şert û mercên pir zehmet hatin. Dîsa rêhevalên me ên jin di şerê Şêx Meqsût û Eşrefiyêde teybet hedef hatin girtin û cenazeyên wan di asteke ku mirovatî ji xwe şerm bike de bêrêzî li hember hate kirin. Şervanên azadiyê ku li hember çeteyên daişê parastina mirovatiyê kiribûn bi tirsonek û namerdane hatin hedef girtin û keziyên wan hate jêkirin. Ev nêzîkatiyên ku li dijî şervanên şoreşa Rojava hatî kirin elbet ne nêzîkatiyeke tenê komek çeteyane. Ev nêzîkatiya pergalên serdeste ku ji bo berjevendiyên xwe hemû mirovatiyê dikin qurban.  Lê bila hemû cihan bizane ku wê jinên

Rojava tu carî van kiryaran ji bîrneke û wê bi rihê şervanên Şêx Meqsûd her tim di nava têkoşînêdebe.

Li cihê ku îradeya jinê binpê dibe emê xwedî helwestbin

Dîsa îro rejîma colanî ne di zagonande ne di rêveberiyên îdarîde ne jî di qada leşkerîde cih nade jinê.  Îradeya jinê ji hêla rejîma colanîde tê binpêkirin û li dijî van kiryaran jî pêwîste em weke jin xwedî biryara têkoşînê bin.

Me ev destkeftiyên 14 salan bi hêsanî qezenç nekirin û em bihêsanî jî dev jê bernadin. Me çawa li hember rejîma baas serî netewand em îro jî li hember rejîma colanî serî natewînin. Heta ku em destkeftiyên jinê li Rojavayê Kurdistanê de mîsoger bikin emê bi hemû hêza xwe ve têbikoşin.

Daxuyaniyê wiha bi dawî kir em weke rêxistina Kongra Star jî bi vê hêst û xîretê emê karê xwe bikin û destkeftiyên jinê biparêzin. Soza me li gelê mere eve.

Related Articles

Back to top button