ÇalakîNûçeSlide

Kongra Star li Bajarê Dêrikê 8ê Adarê Îşev bi Meşaleyan Pîroz kir

Jinên ji bajarê Dêrikê di çarçoveya çalakiyên 8ˊê Adarê de meşek meşaleyî li dar xistin.

Kongra Star a bajarê Dêrikê  bi  boneya 8ê Adarê meşeke meşaleyî bi amadebûna dehan şênî û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger organîze kir.

Meş ji pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi hildana alên Kongra Star, alên YPJˊê û wêneyên Rêber Apo dest pê kir û li ser rêya Kornîs meş veguherî mîtîngê. Li wir Rêvebera Kongra Star Wefa Elî axivî û diyar kir ku jin di Şoreşa Rojava de pêşengtî kir û bi vîna xwe ya xurt a li hember zihniyeta baviksalarî rêxistinkirina xwe ava kir.

Related Articles

Back to top button