
Rêxistinên Jinan Ên Rojavayê Kurdistan Ji Bo Zûtirîn Dem Diyarkirna Çarenûsa Kesên Wenda Û Berdana Dîlgirtiyan Dest bi Kampanya Îmzekirinê Kirin
Ji şerê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bigre ta bigêje bajarê Reqayê û gundewarên wê bi hezaran kes winda ne û bi hezaran bi hemû cureyên hovane hatin qetilkirin herwiha bi hezaran şervan bi destê hikumeta demikî ve dîl hatine girtin
Hêjayî bîrxistinê ye ku ji ber wehşiyeta girûpên girêdayî hikûmeta demikî herwiha xiyaneta eşîrên ereban,bi hezaran kes ji axa xwe koçber bûn .
Têkildarî van bûyeran Rêxistinên Jin , civaka sivîl , partiyên siyasî û malbatên dîlgirtiyan dest bi Kampanyeke ji bo komkirina imzeyan ku tê de daxwaza serbestkirina dîlgirtiyan û Çarenûsa Kesên Wenda heye , kir
Daxuyanî wiha ye:
Bi navê Kongra Star û bi hemahengiya bi rêxistinên jinan û rêxistinên saziyên civaka sîvîl re. herwiha bi partiyên siyasî, hevgirtin û malbatên dîlgirtiyan re, em îro dengê xwe ji raya giştî û saziyên navdewletî yên têkildarî rewşa Sûriyeyê re bilind dikin, da ku em rastiya binpêkirinên ku derheqê gelê me yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hheta bi Reqa, Tebqa û Dêr Hafirê raxin ber çavên we. Ew êrîşên jinişkan ve yên ku Hêzên Ewlehiya Giştî (Elemn Elam)yên girêdayî Rêjîma Sûriyeyê ya Veguhêz ne tenê operesiyoneke leşkerî bû, lê xiniziyeke bi rêkûpêk û nepabendîbûna bi peymanên bi Hêzên Sûryaya Demokratîk ve bû. Herwiha binpêkirina hemû peymanên ku divabû xwînrijiyê raswtînin û astên herî kêm ên ewlehî û aramî dabîn bikin, lê berovajî wê, herêmên biewle veguhêzî qadên ziyangihandin û zordariyê.
Kongra Star tekez kir ku ev helwesta leşkerî gihaşt asta tawanên şer û kuştina bêdadwerî yên belgekirî bû ku kirîzeke mirovî li pey xwe hişt û malbatine ku hîn çarenûsa zarokên xwe nizanin ku di nava agirê wendabûn û êşa bendewariyê de mane li pey xwe jî hişt û nizanin ka kî şehîd e û kî di nava dîwarên dîlgirtiyê de ne. bi berdewamiya veşartina agahiyan bi awayekî sîstematîk de û paşguhkirina qîrînên dayîkan de yên ku her roj li qadan derdikevin meşaan û doza rastiyê dikin, dosyaya dîlgirtiyan di dilê civaka Sûrî de, birîneke vekirî ye. Nemaze hejmarên kêm ku hatine berdan li pêşberî bi hezarên wenda yên ku di zindanên Emin Elam de ne, nayên ziman. Ev yek gefeke rasterast li ewlehî û tevna civakî dike û hemû zagoên navdewletî binpê dikin.
Heriwha diyar kir ku ju ber vê yekê û ji ber berpirsyariya me ya niştimanî û neteweyî der barê xwîna qurbaniyan û hêsirên dayîkan de, em îro kampaniyekê ji bo komkirina imzeyan ku bi vîna jinan û hêzên demokratîk ve tê birêvebirin didin destpêkirin. Da ku belgeyeke zagonî be û daxwaza bi pêwîstiya tevgera navdewletî be ku aliyên êrîşkar neçar bikin ku çarenûsa hemû kesên wenda di zûtirîn dem de diyar bibe. Herwiha hemû dîlgirtî bê şert û merc serbest bên berdan û hemû teşe û cureyên işkenceyan ku di bin navê operesyonên leşkerî de pêk tên, bên rawestandin. Em bang dikin ku komîteyeke lêpirrsînê ya navdewletî û serbixwe û ne alîgir be, da ku li ser tawanên kuştin û belgekirina binpêkirinan raweste, bê avakirin ku ev yek weke gaveke sereke û bingehîn be da ku bingeh û rêgezên dadweriya veguhêz bên sepandin û tawanbar bên sizakirin. Ku xilasiya ji sizayê ne pêkan be û sînorek ji binpêkirinên berbelav re yên hêzên rêjîma veguhêz dikin, bê dayîn.
Di dawiyê de jî hate gotin ku em di Kongra Star de û hemû aliyên bibandor û çalak ên ku imze kirine, bi me re ne, tekez dikin ev kampanî qîrîneke zagonî û mirovî bi vîna gel ve piştgirî ye û dê bi awayê fermî bi hemû imzeyan radestî aliyên navdewletî yên têkildarî rewşa Sûriyeyê ne bibe. Di serî de, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Meclisa ewlehiyê, Rêxistina Mafên Mirovan û CPT`yê, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor bibe.
Em dosyaya dîlgirtiyan weke pêdiviyeke giring ku lipaşxistin û bazaran hilnagire û sozê didin gelê xwe ku dê ev doz di destpêka berxwedana me de be weke sozeke ji rûmeta welatiyên Sûriyerê re û mafê wî di jiyan û azadiyê de be, heta ku dadweriya giştî pêk bê.
- vexwendina imzekirinê heta 17 adarê ye:
https://kongra-star.org/eng/wp-content/uploads/2026/03/CALL-Petition-Kurdi.pdf
- nameya ku dê ji Desteyên Navdewletî re di 18 adarê de bê şandin (Roja
Piştgiriya bi Girtiyên Siyasî re):
https://kongra-star.org/eng/wp-content/uploads/2026/03/LETTER-Petition-Kurdi.pdf



