
Qamişlo-Kongra Star bi daxuyaniykê sersaxî ji malbata siyasetmedar Salih Muslim re xwest û tekez kir ku têkoşîna 50 salî dê berdewam bike û bighêje encamê xwe .
Daxuyaniya kongra star wiha ye ;
Weke gelê me jî bihîst ku siyasetvan, diplomat, civaknas, rêhevalê Serok Apo Bavê Welat geha asta şahadetê. Bila serê Rêber Apo saxbe, bila serê gelê Kobanê saxbe, bila serê gelê Rojava û gelê her çar deverên Kurdistanê sax be.
Bavê Welat, Ş. Salih Muslum ji salên 80’yê heta niha bê hinase, bê rawestan, be dudilî di oxira azadkirina xak, gel û nirxên Kurdistanêde têkoşîneke bêhempa meşand. Têkoşîneke nêzî pêncî salîde di nava hemû êrîşên rejîma baas, dewleta faşist a tirk kêlî bi kêlî berxwedayîn kir. Di salên destpêka ku Rebêr Apo derbasî sahaya Sûrî bû Bavê Welat bi hemû hêza xweve ji bo ku rêhevaltiyeke rast bi Rêber Apo re bike ew kete nava kar û xebat de. Helbet wê demê êrîşên rejîma baas di asta îrade şikandinêde bû. Girtin, gef xwarin, şerê nefsî, ji têkoşînê dûrxistin bi hemû awayên xwe di dewrêde bû. Bavê Welat jî ji van êrîşan re her tim rast hat. Lê ew tu carî gaveke paşde ne avêt. Li dijî van kiryaran her tim bi wêrekiyekê bersiv da. Weke civaknasekê ew di nava civaka Rojavada kar kir. Di çardeh salên şoreşa Rojavade jî ev keda Bavê Welat hîmeke xurt avakir. Di heman demêde bi kesayetiya xwe a rewşenbîr ve Bavê Welat siyasetmevaneke doza Kurdistanê bû. Ş. Salih Muslum ku xwedî teybetmendiyên cûrbicûr bû ku doza gelê Kurd di derveyî welat de bide naskirin û mafê gelê xwe biparêze di nava hewldanên mezinde bû.
‘Di şexsê bavê Welat xwestin doza kurdî hedef bigrin ‘
Di nava salên Şoreşa Rojavade jî Bavê Welat rûbirûyê êrîşên zor ên dewleta tirk a faşîst jî hat. Hem kesayetiya wî hedef hate girtin hem jî di şexsê wîde doza gelê Kurd hedef hate girtin. Lê Bavê Welat dikarîbû li hember van êrîşan bi zimaneke dilnizm, bi sebir, bi mebde bersiv bide û ew qet paş xwe mêzeneke. Ş. Salih Muslum di prensîbên xwe ên jiyanêde jî xwedî sekneke xurt bû.
Bi pirojeya serokatî re gelek xurt bû û ji bo yekrêziya kurdî pêşeng bû
Bavê Welat di nava rewşeke herî sotînerde, di nava hemû êrîşên bêrehmde du dewreyan hevserokatiya PYD kir. Bi rastî jî Bavê Welat bi dilnizmî û fedakariya ku raber dikir ve dilê gelê xwe zêde zêde qezenç kiribû. Ji bo ku hişmendiya Yêkîtiya Netewî pêk were xwedî hewldaneke rêzgirtinê bû. Ji her pêvajoyê zêdetir di vê pêvajoyêde ji aşitî û demokrasiyê bawer bû ku careke din Rêhevalê xwe Serok Apo bibîne û karibe vê pêvajoyê bi hevre bigihijînin çareseriyê. Bi wê bawerî û hêviya ku careke din Rêber Apo bibîne ew li ser lingan bû. Girêdan û baweriya Bavê Welat bi projeya Serokatî gelekê xurt bû ku weke projeyeke civakî û demokratîk ewê serbikeve. Di vê hêlêde li hember hemû êrîşên ku li ser projeya Serokatî dihate kirin sekna herî xurt yêk jî Bavê Welat nîşan da.
‘cihê xwe di dilê her kuderkî de girt ‘
Weke teybetmendiyên kesayetî jî her mirovekê ku pêre mayî, danistandin kirî bi rihê wî ê parveker, dilnizm ji nêzve didît. Ew bi zarokanre dikarîbû rihê zaroktî nîşan bide bi jinanre dikarîbû rêhevaltiyeke herî durust bike. Cihê ku destê wî digihiştê bi herkesî re alîkar dibû. Ji bo ku malbateke demokratîk ava bibe hewldanên wî gelek mezin bûn. Bavê Welat bi van teybetmediyên xweve cihê xwe di dilê her beşê insanan de digirt.
Em çiqasê behsa Bavê Welat bikin em nikarin sedî yêk jî ked û nirxê wî bînin ziman. Lê tenê ev tê gotin ku yêk ji kesayetên ku êşê gelê xwe ji nêzve hîskir, siyaseta înkarkirinê li ser gelê Kurd heta dawî hem jiyan kir hem jî li hember vê siyasetê şer kir. Êşa civaka xwe di navnetewîde da naskirin, bû fedaiyê gelê xwe.
Em dîsa Bavê Welat, dîplomatê mezin, siyasetmedarê zane, rêhevalê jinan, dostê gelan, bavê demokratîk, xwedî bîr û baweriya xurt a fikir û felsefeya Rêber Apo, rêhevalê Rêber Apo Ş. Salih Muslum bi rêzdarî bibîr tînin. Ji bo ku xeyalên Bavê Welat em temam bikin weke rêhevalên wî ên jin emê têkoşîna wî berdewam bikin. Oxir be rêhevalê hêja…



