
Bi armanca guhdarkirina daxwazên jinan û baştirkirina asta xizmetguzariyan Wezîra Karûbarên Civakî a Hikûmeta Şamê , Hind Qebawat, bi şandeyek fermî serdana parêzgeha Hesekê , Nûnerên û rêxistin û komeleyan ên Rêvberiya Xweser Demokratîk a Cizîrê ,kir .
Wezîra Karûbarên Civakî a Hikûmeta Şamê , Hind Qebawat tekez kir ku armanca sereke ya serdanê ew e ku aramî û jiyaneke baş ji bo hemû Sûriyan pêk were, û girîngiya xebata hevbeş bi ruhê yek tîmekê tekez kir, û dest bi xebata komîteyek pispor di pêvajoya entegrasyonê de li gorî planeke demê ya diyarkirî kir.
Di heman demê de Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilhalm Ehmed û Wezîra Kar û barên Civakî ya Sûriyê Hind Qebewat li bajarê Hesekê bi rêxistinên jinan re civiyan. HindQebewat got :” Îro em bi rêxistinên jinan re dicivin da ku planeke hevbeş ji bo çareserkirina rewşa jinan û pêdiviyên wan pêş bixin, ji ber ku ew ê enteger bibin û bibin yek deste li Sûriyeyê.”
Rêxistinên jin di civîna ku Wezîra Karûbarên Civakî a Hikûmeta Şamê , Hind Qebawat û Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilhalm Ehmed amade bûn tekez kirin ku mafê jinan di destûr de gerek were misogerkirin û destûr jî bi dest û zihniyeta jinan were nivsandin .
Di niqaşê de jinan diyar kirin ku Jin tu gav li paş navêje û dive mafê wê di aliyê zagonî ,maf û hemû aliyan de were qebûlkirin û gotin :” Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan dest pê kir û dive bi rêzdarî nêzî ked û fedekariya jinan bibin . Îro jin bi têkoşîna xwe gihştin vê pêvajoyê . Em hemû dizanin ku li Sûrî xeteriyek mezin li ser jinan heye jib o wê pêwiste kongreke Netewî a jinan were li darxistin ku mefê hemû jinên Sûrî were parastin .Pêwiste hikmeta Şamê rê li ber rêxistin jin veke ku jin li herderê xwe birêxistin bike û di cihê biryardariyê de rol bilîze .”
‘Hebûna jinan di entegrasyonê de taybetmendiyek diyarker a herêmên Kurdî ye’
Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilhalm Ehmed da zanîn ku Pêvajoya entegrasyonê ne hêsan e û got :”Entegrasyona demokratîk taybetmendiya herêmê diparêze, û yek ji bendên peymanê parastina taybetmendiya herêmên Kurdî destnîşan dike.Entegrasyona jinan di nav sazî û dezgehên biryardanê de bi tevahî girîng e. Divê jin ji pêvajoya entegrasyonê neyên dûrxistin, ji ber ku hebûna wan taybetmendiyek diyarker a herêmên Kurdî ye.”
‘Dosiyaya girtiyan berpirsiyariyeke exlaqî’
Îlham rave kir ku “dosyaya girtiyan hîn jî bi pirsgirêkan re rû bi rû ye, û destnîşan kir ku soz hene ku nêzîkî 300 girtiyan werin berdan, lê ev soz hîn nehatine bicîhanîn, ji ber ku şopandina vê dosyayê berpirsiyariyeke exlaqî ya kolektîf e ku dê di civînên pêş de dîsa were raberkirin.”




