CivînNûçeSlide

Kongra Star li Bajarê Dirbêsiyê Dayika Uweş bi Bîranî

Dayika Rêber Abdullah Ocalan, Uweş Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê hat bibîranîn.

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê bi armanca bîranîna dayika Rêber Abdullah Ocalan, Uweş civînek li hola PYD’ê li dar xist.

Endamên meclis û saziyên sivîl ên bajar beşdarî bîranînê bûn.

Di bîranînê de piştî deqeya rêzgirtinê, ji rêveberên Kongra Star Silava Simo axivî. Silava di axaftina xwe de behsa jiyana dayika Uweş û rola wê di perwerdekirina Rêber Abdullah Ocalan de kir û got, Rêbertî ji zarokatiyê ve li ser nirxên hêz û berxwedanê mezin kir.

Silava Simo anî ziman ku dayika Uweş mînaka jina têkoşer e ku bandoreke mezin li ser avakirina fikir û kesayeta wî kiriye.

Di bîranînê de soza domandina xeta azadiya jinan hate dayîn.

Related Articles

Back to top button