KomxebatNûçeSlide

“Li Dijî Neteweperestiyê Niha Dema Jinan e” Jinên Ciwan Komxebatek li Dar Xistin

Yekitiya Jinên Ciwan komxebatek bi dirûşma "Li dijî neteweperestiyê niha dema jinan e" li bajarê Hesekê li dar xist.

Di 2`yê Adarê de Koordînasyona KJK’ê pêngavek bi dirûşma “Niha dema jinan e” ragihandibû. Di vê çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan îro komxebatek bi dirûşma “Li dijî neteweperestiyê niha dema jinan e li dar xist. Di komxebatê de rêveber û endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî û Kongra Star amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Ala Îbrahîm axivî û got: “Xîtaba kîn û nefretê bandoreke mezin, bi taybet li ser jinan kiriye. Em dixwazin li ser vê mijarê biaxivin. Em dizanin di vê dawiyê de di navbera pêkaheteyan de hin nakokî û nebawerî hate çêkirin û belavkirin. Hin alî hene dizanin çawa bi vê yekê di nava civakê de bikin û li gorî berjewandiyên xwe bi kar bînin. Hewl didin di nava civakê de netewperstiyê zêde bikin.  Em weke şêniyên Hesekê her tim tevahî pêkhate me bi hev re jiyane. Ev fitne naghêjin armaca xwe ji ber ku em bi zanbebûn û hişmendiyek mezin tevdigerin. Divê em tevahî bi hev re şerê vê yekê bikin.

Ala Îbrahim di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê em dawî li fitne û xîtaba kîn û nefretê bînin. Vê yekê bi rêya ragihandinê. Divê medyaya civakî û oldar şerê fitneyê bikin û hezkirinê di zîhniyeta civakê de bidin çandin. Ji bo girtina pêşiya vê yekê divê em bi hev re têkoşîna xwe xurt bikin û em bi hev re bijîn.”

Dûre sînevîzyonek li ser neteweperestiyê, bandora wê û çawa dewletê ew yek li hemberî civakê bi kar aniye, hate pêşkêşkirin.

Komxebat bi nîqaşên li ser girîngiya rola jinan di bilindkirina asta têkoşînê ji bo avakirina civakeke hevgirtî de, bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button