
bi armanca bîranîna dayika Rêber Abdullah Ocalan, Uweyş, îro Kongra Star li Hesekê û Til Temir civînek li dar xist. Endamên meclis û saziyên sivîl ên bajar beşdarî civînê bûn.
Di civînê de piştî deqeya rêzgirtinê, rêveberên Kongra Star Viyan Efrîn axivî. Viyan di axaftina xwe de behsa jiyana dayika Uweyş û rola wê di perwerdekirina Rêber Abdullah Ocalan de kir û got, Rêbertî ji zarokatiyê ve li ser nirxên hêz û berxwedanê mezin kir û got:” Dayika Uweş ji bo me dîrokek . Rêbertî di hemû nivîsên xwe de her tim behsa dayika xwe dike ji ber dayik rola wê ya girîng di mezinkirina û avakirina nifşekî hişmend de. Bi jidayikbûna Rêber Ocalan re, Kurdistan ronî bû. Dayika Uweş di mal û civaka xwe de jinek bihêz bû. Wê ji xwezayê pir hez dikir û pir pê ve girêdayî bû, û li ser vê bingehê Rêbertî mezin bû. Wê di jiyana xwe de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ma, lê wê ew zehmetî veguherandin hêz û îrade”
Viyan di dawiya axaftina xwede anî ziman ku dayika Uweyş mînaka jina têkoşer e ku bandoreke mezin li ser avakirina fikir û kesayeta wî kiriye.
Civîn bi niqaş li ser girîngiya perwerdekirina zarokan li ser nirx û exlaqekî ku mirov ji dayika Uweyş binghe bigre û mezin bike .
Hêjaye bîrxistinê ku Dayika Aweyş dayika rêber û ramanwerê Kurd Abdullah Ocalan e, û di bîra kolektîf a Kurdan de wekî sembola jineke bihêz, berxwedêr û sebirkar tê hesibandin. Ew bi çandina nirxên rûmet û berxwedanê di temenê ciwaniyê de li cem Ocalan dihat nasîn, û gelek kes wê wekî modelek “dayika xwedawend” ya ku li hember neheqiyê serî hilde, bi bîr tînin. Ew di sala 1993an de koça dawî kir, û bîranîna wê her sal wekî sembola azadiya jinan tê bîranîn.Dayika Uweyş wekî “mamosteya yekem” tê hesibandin ku tovên têkoşîn û azadiyê çandiye, û ev yek wê kiriye beşek bingehîn a felsefeya tevgera rizgariya jinan.
Dı hema çarçoveyê de Kongra Star li Til Temirê , dayika Rêber Abdullah Ocalan, li navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr civînek giştî li dar xist. Endamên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û çalakvanên civakî beşdarî civînê bûn.
11ê Nîsanê salvegera koça dawî ya Dayika Uweyş, dayika rêber Abdullah Ocalan, ye ku di sala 1993an de koça dawî kir.
Civîn bi deqeyek bêdengiyê ji bo rêzgirtina giyanê şehîdan dest pê kir, piştre endama rêveberiya Kongra Star a bajêr Sena El-Tamir, di axaftina xwe de, wê girîngiya bîranîna kesayetên bi bandor ên di civakê de, di nav wan de ya herî girîng Dayika Uweyş, ku bûye sembola dayiktiya bi sebir û rola jinan di mezinkirina nifşên pêşerojê de.
Sena di axaftina xwe de destnîşan kir ku Dayika Uweyş li hawîrdorek gundewarî ya sade li bakurê Kurdistanê jiyaye, ku li wir bi şert û mercên dijwar re rû bi rû maye. Tevî van zehmetiyan, ew bi hêzek mezin karîbû rola xwe ya perwerdeyî bi cih bîne, nirxên sebir, berxwedan û xweseriyê di zarokên xwe de biçîne di hewand.
Wiha domand ku dayika Uweyş temsîla jina pêşeng di civakê de kir,” û destnîşan kir ku ew ne tenê dayikeke nirxên kevnar di xwede dihewand bû, lê belê modelek ji bo jinên ku beşdarî avakirina kesayetiyên bi bandor dibin bû. Wê tekez kir ku perwerde di nav malbatê de ji bo şekildana hişmendiya takekesî û avakirina civakan bingehîn e.
Wê her wiha behsa dijwarîyên ku Dayika Uweyş di tevahiya jiyana xwe de pê re rû bi rû ma, hem di warê debara jiyanê de û hem jî di warê refaha kesane de, kir, û destnîşan kir ku ew mîna mînakek sebir û berxwedanê a mayindeye.
Sena Al-Tamir piştrast kir ku bîranîna vê kesayetiyê ne tenê bîranîna rabirdûyê ye, lê peyamên ji bo niha û pêşerojê hildigire, bi taybetî jî pêwîstiya xurtkirina rola jinan di civakê de û destpêkirina ji malbatê ji bo avakirina civakek zana û hevgirtî heye.
Civîn bi soza ku li ser şopandina rêya vê jina pêşeng û kişandina îlhamê ji nirxên ku ji hêla dayika Uweyş ve hatine temsîlkirin bimeşin da ku civakek azad û demokratîk ava bibe ku li vir rola jinan di afirandina guhertinê de giringe piştrast dike bi dawî bû.





