DaxuyanîNûçeSlide

Meclîsa Jin a PYD`ê Derbarê Şehadeta Xezale Moylan Daxuyanî Da

Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê derbarê bûreya li kamoa Beharkê ya girêdayî Parêzgeha Hewlêrê qewimî û ji bo şehadeta Xezale Moylan daxuyanî da.

Daxuyanî li qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Kongra Star Cûrî Temî û bi zimanê Erebî ji aliyê endama Ciwanên PYD`ê Evîn Mihemed Cimo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di vê bûyerê de, şervana Kurd, Xezale Moylan, birîndar bû. Piştre ew birin nexweşxaneyek li Silêmaniyê, lê kiryara neexlaqî û nemirovane ya redkirina qebûlkirina wê bû sedema şehadeta wê.”

 Her wiha hat gotin: “Di van şert û mercên dijwar de, divê gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê ji bo parastina nasname û hebûna xwe yekgirtî bin. Lêbelê, em bawer dikin ku tiştê ku diqewime zirarê dide yekîtiya me wekî gelê Kurd. “

Jinan di daxuyaniya xwe de ev kiryara şermezar kirin û bang li hemû jinên cîhanê, û bi taybetî jinên Kurd, kirin ku bibin yek û li dijî van kiryarên ku xizmeta civakê an jinan nakin bisekinin.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku  “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêveberiya Silêmaniyê û bi taybetî jî YNK`ê lêpirsînekê li ser rêveberiya nexweşxaneyê bidin destpêkirin û wan ji vê kiriyarê berpirsiyar bigirin. “

Related Articles

Back to top button