DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star:Êrîşên Rêjîma Îranê Li Dijî Îradeya Jin,Civak û Yekbûna Gelê Kurd e

Kongra Star bi Daxuyaniyekê Êrîṣên Rêjîma Îranê li Ser herêmên Başûrê Kurdistanê Ku di Encam de Qurbanî çêdibin , Şermezar kir

Demeke ku rêjîma Îranê bi mûşek û dironan êrîşî herêmên başûrê Kurdistanê dike, di van rojên dawî de çend pêşmergeyên jin bûne qurbaniyên van êrîşan , ji bo sersaxiya malbatên wan di heman demê de şermezarkirin êrîşên rêjîma Îranê, Rêxistina Kongra Star daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:

Ji beriya her tiştî weke Koordînasyona Kongra Star, peşmergeyên jin ên li herêma Kurdistanê ku bûne hedefên êrîşên rejîma îranê; Xezal Mewlan, Nada Miri û Samira Allahyari bi rêz û hurmetdarî bi bîr tînin û ji malbatên wan û ji gelê Kurd re sersaxî dixwazin û van êrîşan bi tundî şermezar dikin.
Kongra Star tekez kir ku ev êrîşe ne tenê êrîşên leşkerî ne di heman demêde êrîşên li dijî îradeya jinê, îradeya civakê û yêkbûyîna gelê Kurd hatiye kirin. Jinên ku dixwazin jiyana xwe a birûmet biparêzin, civaka xwe biparêzin bi zanebûyîn tên hedef girtin. Zihniyeta ku naxwazî têkoşîna jin qebûl bike, bi van êrîşan ve di nava gel de dixwaze tirs avabike, berxwedana jinan bişkêne. Di heman demêde ev êrîş li hemberê hewldana yekîtiya gelê Kurd e. Di dîrokê de, her carê ku gelê Kurd xwestiye yekbûna xwe pêk bîne û li ser bingeheke siyasî ya hevpar civakî û rêxistinî biafirîne, bi wê re reaksiyona zext û êrîşan jî zêde bûye. Hewldanên partiyên siyasî yên Kurd ku di bin yêk sîwanê de kombûne, her car ji aliyê hêzên herêmî û navnetewîve derbe lê tê xistin.
Di demên dawî de, tê dîtin ku hewldanên hevbeşbûyîna partiyên Kurd, ji aliyê taybetî Îranê ve wek rewşekî xetereyê ya ewlehiyêye. Di meha Sibat 2026’ê û heta niha êrîşên Îranê û hêzên girêdayî wan li Herêma Kurdistanê pir zêde bûne. Ji destpêka 2026’ê de, herêmên Hewlêr, Silêmanî û Duhok bi drone û mûşekan hatine hedefgirtin. Li gor raporên fermî û qadan, di navbera Sibat û Adarê de zêdetir ji 200 êrîş, û bi tevahî jî zêdetir ji 450 êrîşên drone û mûşekê hatine tomarkirin.
• Heriwha destnîşan kir ku di vê demê de, herî kêm 14–17 kes jiyana xwe ji dest dane, û hejmareke mezin jî birîndar bûne. Hin êrîş rasterast cihên sivîlan hedef girtine. Armanca van êrîşan lewazkirina statuya siyasî a Herêma Kurdistanêye. Dîsa bi van êrîşan ve îran dixwaze hevsengiyên heremî di bin kontrola xwede bigire. Her wiha di nava civakêde tirs û bê ewlehiyê kûr bike.
Di heman demê de tekezî kir ku ev êrîşên leşkerî yên wiha ne dikarin pirsgirêkên siyasî çareser bikin û ne jî dikarin aramî û ewlehiyê li herêmê peyda bikin Ji ber vê yekê, ji bo Îranê gav avêtina ber bi demokrasî, diyaloqa siyasî û qebûlkirina daxwazên rewa yên gelan dibe hewceyeke bingehîn. Heke ev rêbazên ewlehiyê û zextê bidomînin, wê herêmê ber bi qrîzeke berfirehtir ve bibe.
Di dawiyê de jî diyar kir ku di vê pêvajoyêde rastiyeke bi êş jî derkete holê ku jina peşmerge Xezal ku bi giranî birîndar bibû, ji aliyê hîn nexweşxaneyan ve nehate qebûl kirin û tedavî kirin. heta piştî şehîdbûyîna wê jî ji aliyê hîn mizgeftan ve nehate qebûl kirin. Ev nêzîkatiye di wijdana gelê Kurd de birînên kûr vekirine. Jineke ku ji bo gelê xwe serî li vê rêyê dayî, jiyana xwe ji bo têkoşîna gelê Kurd bexşandî, ji mafê xwe ê herî bingehîn tê mehrûm kirin û ev rewşe teqez nayê qebûl kirin. Ev rewşe ne bi nirxên olî ve ne jî bi exlaqê civakê ve lihev nayê. Cewhera baweriyê rehm, xwedî lê derketin û rûmeta Insan parastine. İnsanek hele ki jineke ku ji bo gelê xwe berdel dayî dema ku muameleyên bi vî rengî re rûbirû tê, ev ne tenê şermeke civakiye di heman demêde ezmûneke wicdanî a mirovatiyêye

Related Articles

Back to top button