Kesên ku Rêbertî ji bo Xwe Bikin Çavkaniya Hêzê Tucaran wê bi bin Nekevin
Ezîza Ebdulah tekez kir ku di salên 90 de Rêber Ocalan dît û bi fikir û ramanê wî bêtir hat girêdan û ji bo alîkariya berfirehkirina partiyê mala xwe vekir û wekî dayik, xwişk û bijîşk amade bû û got : “Di vê pêavajoyê de j bo parastina bajarê xwe di nava taxan de parastin dikir “ .

Ezîza Ebdulah(55) saliye,di nava malabatek welatparêz mezin dibe ,niha dayika 7 keç û mêra ye , ji 12 saliya xwe partiyê nas dike û ji bo pêşkêşkirina alîkariy ji partiyê re karê palaya Nîska û Pembo jî kiriye .Ezîza Mala xwe ji bo kadroyên Rêxistinê vedike û ji bo wan dibe dayik, xuişk û bijîşk .
‘Bi saya Fikirê Ocalan jinan mafê jinbûnê bi dest xist’
Ezîza da zanîn ku ew di nava tevgerê de wekî dayika Brivan tê naskirin. Ezîza got:”Di nava partiyê de , gelek rêz û teqdîr heye, ji ber vê yekê ez bi navê keça xwe dihatim naskirin
Berî damezrandina partî û naskirina fikirê serokatî, jin xwedî nirxek hindik bûn û wekî hebûnên serbixwe nedihatin dîtin.Di nava civakê de dema mirov keçek jêre çêdibû bi nave wê keçê nedihat nasîn bi nave lawn.Navê keçê wekî şerm dihat hesibandin.Piştî damezrandina partiya me û naskirina ramana serokatiyê, jinan mafê jinbûnê bi dest xistin. Em jin bûn, lê wekî jin ti nirxek me tunebû, û me nedikarî bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Bi hatina serok û damezrandina partiyê re, me dest bi hezkirina jiyanê, hezkirina hebûnê û îdeolojiya ku ew dişopînin kir.”
‘Mala mi ji bo partiyê vekirî bû û ez ji bo wan dayik , xwişk û bijîşk bûm’
Ezîza destnîşan kir ku Kadroyên di partiyê de xwedî exlaqek bilind in û ev yek mi bi wan da girêdan û wiha anî ziman:” Dema ku ez li Hesekê zewicîm, min tevlêbûna xwe ya bi partiyê re domand û mala xwe ji wan re vekir da ku ez bikaribim alîkariya wan bikim ku îdeolojiya xwe pêş bixin û kûrtir bikin. Eew dihatin malên me , xizmeta xwe dikirin qebûl nedikirn ku em xizmetê jib o wan bikin û şert û mercên mala ku lê dimînin teqdîr dikin. Ew pêbawer in, û ev yek bû sedem ku ez ji wan û rêya ku ew dişopînin hez bikim.Hevalên birîndar hebûn ku em ji bo wan bijîşk bûn, û mala min nexweşxaneyek bû ji bo dermankirina wan, tevî tirsa min a dijwar ji girtinên dewletê û lêdana wan a rojane li deriyên me. Lê ez ji bo wan dayik, xwişk û bijîşk bûm.”
‘PKK’ê ruhek e ku di nav me de dijî, û ji ber vê yekê roj bi roj mezin bû’
Ezîza balkişand li ser karê ku Ji bo alîkariya partiyê dikirin kir û destnîşan kir ku rêjîm her dem hewl dida ku rê li ber wan bigre lê nikarîbûn û wiha anî ziman:”Em ji serê sibê heta gundên derdora Amûdê wek karker di erebeyan de diçûn û dixebitin da ku alîkariya partiyê bikin. Dewleta Baas hewl da ku me rawestîne, lê kes nikare li pêşiya kesekî ku tiştekî dixwaze û jê hez dike bisekine.Me kar kir û ji gel alîkarî xwest. Hinekan malên xwe vekirin, hinekan deriyên xwe girtin, lê me deh caran li deriyê wan lê da ku ew li ser partî, îdeolojiya rêber fêr bibin û tevlî tevgerê bibin.Ruhekî gel ê bihêz û hevgirtî hebû, û tevî nebûna mûçeyek mehane jî, gel bi xwe beşdarî berfirehkirina partiyê bû. Pere li gorî evîna vê tevgerê tiştek nîne; ew ruhek e ku di nav me de dijî, û ji ber vê yekê roj bi roj mezin bû.Divê em her tim ji bîr nekin ka ev partî çawa dest pê kir, derfetê wê çi bûn û çawa gihîşt vê qonaxê, da ku em hêz û baweriya xwe nû bikin”
‘Bi berxwedana jinan Newroz dihat pîrozkirin ‘
Ezîza tekez kir ku jinan rixmî êrîş û zextên rêjîma Baas hêz û îradeyê afirandin û wiha dewam kir :”Ji bo pîrozkirina Newrozê, roja me ya neteweyî, êrîşên rejîma Baasê çêbûn, lê jinan her tim li hember van êrîşan li ber xwe dan, alên xwe yê îroz di nava cilê xwe vedşartin û pê cihê şahiyê dixemlandin û tevî hemû hewldanên dewletê jî, pîrozbahî berdewam kirin.Wan ciwanên me girtin da ku îradeya me bişkînin, lê wan nizanibû ku em ew in ku îrade û hêzê diafirînin.”
‘Rêbertî xwedî hebûnek mezin bû , bi hêz bû lê aram bû ‘
Ezîza behsa xwe kir dema Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di salên 90 de dît û got:”Di 15’ê texaba 1990î de,rêxistin got em dikarin biçin Lubnan rêbertiya xwe ,Bi dehan malbat xwe amade kirin , û yên din jî dixwestin werin, lê ji ber ku ew Kurd bûn û ne hemwelatiyên Sûriyeyê bûn, nekarîn.Em gihîştin sînor, lê wan bi fermî destûr neda ku em bikevin hundir. Em bi awayekî neqanûnî derbasî Lubnanê bûn û gihîştin Akademiya Şehîd Masûm Qerqomaz.Li wêderê me rêbertiya xwe dît lê ji ber ku gel pir hatibûn me nikarîbû xwe bighînin wî . Dema min rêber dît, ez hem tirsiyam û hem jî şaş bûm, lê pir kêfxweş bûm. Ew xwedî hebûnek mezin bû. Ew bihêz bû lê aram bû.”
‘Partiya me li ser rexne û rexnedayîn ava bû ‘
Ezîza diyar kir ku Rêbertî behsa rola jinan û guhertina zihniyeta otorîter kir. Di axaftina xwe de, rêber Ocalan girîngiya hebûn û azadiya jinan destnîşan kir ji ber ku perwerde bi rêya wan tê, û perwerde ji bo her kesî pir girîng e û wiha got :” Rêbertî di axaftina xwe ya ji bo gel de, pênc caran ji wan xwest ku rexneyên xwe yên li ser wî bibêjin. Wî got, “Divê hûn xwe bispêrin xwe, xwe perwerde bikin û hevdu rexne bikin. Partiya me li ser rexne û rexnekirina xwe ava bû û berfireh bû.”
Ezîza got ku ew xwe wekî partiyekê dibîne û her kesê ku di nav de dixebite , jib o xwe , zarokê xwe û gelê xwe dixebite û wiha got :”Em nikarin gotinên rêbertî ji bîr bikin. Rêber Apo gelek salan di zindana Îmraliyê de ma, lê me dev ji raman û felsefeya wî berneda. Ev raman pir nêzîkî karakterê xwezayî yê mirovan e, ku li ser exlaq, evîn û hevkariyê ava bûye. Ji ber vê yekê, her kesê ku wê nas bdike, jê hez dike û kûrtir tê de diçe.”
‘Malbatên welatparêz wê li derdora partiya xwe , xwe bikin xelek ‘
Ezîza behsa êrîşên dawî yên li ser Rojava kir û balkişand li ser rola jinên kurd têde kir û got:” Di vê qonaxê de, komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî bi êrîşên li dijî gelê Kurd ji nû ve hate destpêkirin. Em, wekî dayikan, bi ruhê welatparêziyê Me çek hildan û piştgirî dan hêzên xwe yên leşkerî. Ev erkê me ye: parastina xwe, zarokên xwe û axa xwe. Berxwedana me tirs xist dilê dijmin û wan êrîşên xwe rawestandin.Malbatên welatparêz bi bîrdoziya rêber ve girêdayî ne ku ev qonax hebûn û yekîtiya me dixwaze. Me di demên dijwar de ji bo partiya xwe xebitî û niha erkê me ye ku em wê biparêzin.”
Ezîza di dawiya axaftina xwede xwest ku carek din hevdîtin bi Rêber Ocalan re pêk bîne û di wê baweriyê de ku wî carek din bibînin û lê guhdar bikin .



