HevpeyvînSlide

Heyfa Mihemed : Çûyîna Gel Rêber Ocalan ji bo min Mîna Hecê bû 

Heyfa Mihmed tekez kir ku jiyana jinan di hemû aliyên jiyanê de sînordar bûn lewma Fikir û Felsefeya Rêber Ocalan jib o tevahî jinan ronhaî bû .

Di salên 90 î de zexteke mezin a Rêjîma Baas li ser civaka Kurdî di Sûriyê de hebû ,lê Malbatên welatparêz ên bi Fikir û Ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdulah OCalan ve girêdayî ne bi hezkirin û eşqekî mezin xwe li dora rêxistinê PKK’ê ve kir xelek û li hemberî zexta rêjîmê malên xwe jib o Kadroyên Tevgera Apoyî vekirin .

Heyfa Mihemed  yek ji wan malbatan e ku ji bîrdoziya rêber Ocalan û rêxistinê hez dikin, û dayika şehîd Delîl Cûdî ye. Ew ji sala 80 ê de tevgerê nas dike ku di nava malbateke ku bi bîrdoziya rêbertî  ve girêdayî ye de mezin bû , û ew di rêya apê xwe, şehîd Saber, li ser tevger û bîrdoziya rêber Ocalan  fêr bû.

‘Felsefeya Ocalan jiyana jinan ji qeydan rizgar kir’

Heyfa da zanîn ku naskirina felsefeya Ocalan jib o tevahî jinan ronahiyek jiyanê bû û wiha got:”Min tiştek li ser nasnameya xwe ya Kurd nizanibû. Ez mîna kesekî bûm ku ne didît û ne jî diaxivî. Jiyana me ya jinan bi sînor bû û di hemû waran de sînor hebûn. Dema ku me li ser tevgerê hîn dibû, em kom bi kom dicivîn û perwerde dibûn,hem jî me li gotinên Rêbertiya xwe guhdar dikir .”

‘Çûyîna gel Rêber Ocalan ji bo mi wekî çûyîna Hecê bû’

Heyfa behsa kêliyên dîtina Rêber Ocalan di salên 90 de kir û wiha anî ziman:”Wek malbat, em demekê çûn Lubnanê ji bo xebatê, û di salên 1990î de min rêber li Akademiya Şehîd Meşûm Korkmaz dît.Min di komîteya amadekar a pîrozbahiya 15 tebaxê de xebitî û ez tîpên zimanê Kurdî fêr dibûm û ez pir kêfxweş bûm. meraqek mezin li cem min hebû ku rêber bibînim, û gava ew hat ez aciz bûm, ji ber derfetek ji bo min tunebû ku ez silavê lê bikim. Ew dem ji bo min wek gera Hecê bû.

‘Bi qaçaxî mi wêneyên Serokatî  û belavokan derbas dikir ‘

Heyfa bi îsrar û bi qaçaxî jî her di nava hewldanên kûrkirina di fikir û ramanê Ocalan dixebitî , heyfayê got:”Dema ku ez piştî çar salan hatim Sûriyeyê, ez bi qaçaxî hatim şandin ji ber ku wê demê nasnameya me a Sûrî tune bû , ji berem kurd bûn me qebûl ndikirin wekî hemwelatiyê vê xakê , û min wêne û pirtûkên rêbertî bi xwe re anîn. Ji bo min pir xeternak bû, lê min dixwest wan bi xwe re bînim da ku ez bikaribim wan perwerde li ser bibînim û bidim hevalên xwe jî.”

‘Ocalan li ser piya bê westandin behsa jixwebaweriyê a jinan dikir ‘

Heyfa di dewama axaftina xwede wiha got :”Rêber bi me re li ser piyan axivî, bêyî ku nîşanên westandinê nîşan bide. Wî tekezî li ser azadiya jinan, îrade û baweriya bi xwe kir. Wî rave kir ku hişmendiya otorîter bi rêya jinan civak kiriye kole. Rêbertî her wiha destnîşan kir ku bedewî û hêza jinê di zanîna wê de ye.Em bawer dikin ku ev qonaxa ku jin tê de gihîştine meqamên fermandariyê, bi saya serok e.”

‘Xwestin bi dîlgirtina Ocalan tevgerê ji hevbixin’

Heyfa balkişand li ser 15’ê Sibatê û wekî rojek raş û tarî li ser Kurdan pênase kir û got:” Sibat ji bo min mehek giran bû, dema ku me girtina serok bihîst û tevahiya cîhanê şîn girt. Lê raman û felsefeya wî azad ma û li seranserê cîhanê belav bû. Îro, her kes matmayî maye ku ev rêxistin çawa ewqas berfireh bûye.”

‘Qebûlkirina YPJ’ê misogerkirina jiyana azade ‘

Heyfa diyar kir ku di Hikûmeta Şamê Hêza Jin fermî  qebûl nekiriye û ev yek jib o her jinek xeteriyek mezin e û wiha dewam kir :”Ev desthiltadriya HTŞ’ê a cîhadîst hebûna jinan qebûl nake, lê eger Yekîneyên Parastina Jinan nebûna ku mirovahî ji terorîzma DAIŞê rizgar kirin, em ê nikaribin hebûna xwe di nav zîhniyeteke ku armanca wê şikandina îradeya jinan e de biparêzin. Em, wekî dayik, hêzê ji keçên xwe yên di Yekîneyên Parastina Jinan de digirin.Rêbertî ne tenê ji bo jinên Kurd, lê ji bo hemû mirovahiyê banga azadiyê dike; ji ber vê yekê, ramanên wî mîna rehên darekê li her derê belav bûne. Em rêxistina xwe wekî dayikek dibînin ku me ji her tiştî diparêze.”

Heyfa tekez kir ku ew bi ked û karê xwe yê cebhawî di salên 88 an de serbilind e û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Belgeyeke nasnameyê li cem min heye ku min ji salên 88 an heta niha bi tevgerê ve girêdide, ku ez qedrê wê digirim û bi serbilindî ji bo pêşxistina vê tevgerê û belavkirina îdeolojiya rêbertî xebitîme.

Related Articles

Back to top button