HevpeyvînNûçeSlide

Zelîxa Mihemed: Berdêl çi Dibin Bila Bibin Emê Ticaran Gav Paşve Neavêjin

Zelîxa Mihemek yek ji dayikên ku Rêber ocalan dîtibû û di şopa fikir û felsefeya Apocîtî de kezeba xwejî kire beldêl ,û soza ku wê ticaran ji vê rêyê gav paş ve neavêjin

Zelîxa wiha behsa wan kêliyan kir û got,Me fikirê serok Apo di 86’an de naskir wê demê mala me li Şamê bû me fikir naskir.

Min serok li Şam û Lubnanê dît û gelek caran çûme mala wî , mala rêxistinê di 86’an de me fikir naskir wê dem di kampa Mahsûm Korqmaz bû.

Dema fikir hat naskirin êdî şervan tevlî dibûn , me mala xwe tev ji bo rêxistinê vedikir û em ne poşmanin em çiqs bikin jî em deyndarê welatê xwe û serokê xwe ne .

Li ser dewrê kampê destek heval diçûn û destek dihatin ji hemî mila ve ji Şamê kar dikin dihatin yên diçûn kampê dihatin mala rêxistinê bû .

Karê cebhe me dikir, zarokê me biçûk bûn jî lê wê demê hevala karê cebhe nû vekirin û divabû em wî karî di nava milet de bikin.

Min li Zoravaya Şamê karê cebhe kir, gelek caran erşîfa Cezîrê dihat me dighand malek ya rêxistinê.

Gelek caran heval Orhan ajokerê serokatî bû û gelek caran me bi wî re dibir wekî din hinek hevalê dîn hebûn me bi taxiyan dibir.

Me karê cebher kir heta 88’an wê çaxê zarokê min biçûk bûn ,dayikeke Efrînî hebû digot ez ê li ber zarokê te bim tu jî kar bike mala me bi çûn û hatin bû gelekî ancex çar jin karîban xwarin û cilan xilas bikin.

Nêzî êvarê bû , hevalekî birîndar cem min bû du hevalên xort hatin pey min, hebjînê min jî ji ho debara jiyana me ji Şamê kelûpel di anî û li Dêrikê difrot û dîsa vedigeriye.

Ew heval li cem min navê wî Kemal bû û bixwe Tirk bû û hema Kurdî dizanî parçe li milê wî ketibû heval jî hatin pey min gotin hevala gotiye bila were karê me pê heye.

Min got ez nayêm bila hinek werim cem hevalê birîndar û zarokê min  ezê karibim werim.

Heval cûn ew dayika ixtiyar û hevaleke keç anîn cem zarokan û min xwe hazir kir.

Gotin heval dibêjin gerekî were , hevjîn min jî nû ji Dêrikê gihişt Şamê hema ew jî hat.

Cara yekê bû ku em diçûn serokatî bibînin  lê me ne dizanî, hevdîtin ji 18 kesan re hatin çêkirin ,taybet ji malbatên ku malên xwe ji bo rêxistinê vekiribûn û di bin xizmatan wan de bû.

Em çûne odeyeke biçûk li Riknedîn me ji hev dipirsî em hatine çi , jixwe me hev nasdikir me karê cebhe bi hev re dikir.

Tenê doşeke li odeyê hebû me mereq dikir wê kî rûne li ser, hema me dît weke xewnekê serokatî kete hundir em matmayî me, me hemûya silav kir û hevdû maç kir.

Civîn ji me re çêkir û li ser jinê, welatparêzî û xiyanetê  gelekî israr dikir.

Carinan ez dimînin û dibêjim li ser ew hêza ku da min ez çi bikin jî hê ez deyndarê serokatî me, pêwîste em layiqî serokatî û xeta wî bin.

Du saetan em di civînê de man ma fotografê xwe jî bi hev re girt êdî me xatir ji hev xwest.

Serokatî pir baldikşan ser jinê ku nekevin leystokan û gelek şîret kirin.

Em ji civînê derketin me karê xwe û welatparêziya xwe hîn bêhtir xurt kir me moral jê girt.

Min gelek caran ew dît lê tenê wê carê ji me re civîn çêkir û ji wê çaxê de hîn zêdetir em kar û xebatê xwe dikin.

Piştre em hatin Dêrikê , hevalan digot malên mezin bikrin ji ber deriyê we ji hevalan re vekirî ye ji ew jî di mezinbûna malê de dema hatina wan rehtiya xwe bistînin.

Me karê cebhe hate 2011’an kir di wê demê de şehîd Xwbat ji me re civîn çêkir  û min di saziya malbatê şehîdan de cihê xwe girt.

Di 96’an de xuşka min li Cûdî şehîd bû , kurekî min di şerê Reqayê de 2017’an de şehîd bû yên din jî li Girê Spî bû gazî.

Tevî ku min parçeyek ji kezeba xwe da û gaziyê min jî şehîdê nemir e lê wek jin û dayikekê dibêjim hîn ez deyndarê serokê xwe , welat û gelê xwe me.

Di dawiya 20122’an de şoreşa rojava destpêkir ji wê demê ta niha ez qomîta malbatên şehîda me û şehîdan jî dipêçim min kezeba xwe jî pêça .

Ger ne kesekî wek serok Apo ba ku ev hêz daba jin û dayikê dayikekê nedikarî kezeba xwe bipêçe.

Di dawiyê de Zelîxe soz da ku ewê heta dawiyê li pey xeta serok û şehîdan be û piştî xeta serok Apo dê jiyan nekin

 

 

Related Articles

Back to top button