ÇalakîNûçeSlide

Jinan Banga Pêkanîna Mafê Hêviyê ji bo Ocalan Kirin

Di bin dirûşmeya” Jin Jiyan Azadî wê mafê hêviyê pêk bê “ Îro Kongra Star a Kantona Hesekê meşek girsayî li dar xit .

Bi pêşengtiya Kongra Star a Kantona Hesekê û di bin dirûşmeya ” Jin Jiyan Azadî wê mafê hêviyê pêk bê “ meşek girsayî li dar xist.Bi sedan jin ji Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Zurgan ,kampa Serêkaniyê û Kampa Waşokanî beşdarê meşê bûn û banga pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kirin .

Meş ji çarxereya Kevokê dest pê kir û li çarxereya Şehîd Serhed veguherî mitîng .Meşvan alên Kongra Star û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan her wiha pankartên bi nivîs “Jin Jiyan Azadî wê mafê hêviyê pêk bê” hilgirtin .

‘pêwiste Tirkiyê li hemberî pêvajoya aştiyê cidiyetê nîşan bide ‘

Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Kordînasyona Kongra Star a Zirgan Mîliya Mano  da zanîn ku Doza Rêber Abdullah Ocalan ne tenê doza kesekî ye, lê doza gelekî ye ku ji mafên xwe bêpar e, û dengekî ku desthiltdarî hewl da bêdeng bikin û wiha axaftina xwe dewam kir :”Tirkiyeyê di derbarê pêvajoya aştiyê de cidîtiyek têr nîşan nedaye, ji ber ku ew berdewam dike ku polîtîkayek paşvekişandinê di derbarê pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên têkildarî doza Ocalan de bişopîne, nemaze yên ku bi mafê wî yê hêviyê ve girêdayî ne.Ev nêzîkatiya domdar ne tenê nebûna îradeyek siyasî nîşan dide, lê di heman demê de bandorek neyînî li ser şansên gihîştina çareseriyek siyasî ya dadperwer û domdar di pêşerojê de dike.

‘Tecrîd rê li ber têkoşînê venemirandiye ‘

Mîliya Mano di dewama axaftina xwede wiha got:”Salên tecrîdê ne aqilê wî qels kiriye, ne jî agirê têkoşîna wî vemirandiye; berevajî vê, wan hebûna wî zêde kiriye û biryardariya gel a ji bo girêdana bi azadiya xwe xurt kiriye.Em li vir in ku bi zelalî bibêjin: Azadî nayê parçekirin, û aştiya rastîn nikare li ser zilmê were avakirin.Belê, ew li ser edalet û naskirina hevbeş e. Em ne tiştê ne gengaz dixwazin, lê mafekî mirovan ê rewa dixwazin.”

‘pêvajo bi pêanîna mafê hêviyê ber bi aştiyê ve biçe ‘

Endama Kordînasyona Kongra Star a Dirbêsiyê  da zanîn ku pêvajoya aşîtî û civaka demokratîk bi pêşengtiya Rêbertî misoger bibe û wiha anî ziman:”Raman û felsefeya Rêbertî li seranserê cîhanê belav bûye. Em bi vê ramanê dimeşin û daxwaza jiyana bi rûmet û demokrasiyê dikin. Ew tecrîda li ser Rêbertiyê dijwartir dikin da ku pêşî li aştiyê bigirin.Em wekî jin dê têkoşîna xwe bidomînin û ji bo misogeriya mafê hêviyê Komploya ku Rojava û bi taybetî gelê Kurd hedef digire, berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertiyê ye.Divê dewleta Tirk gavên ber bi aştiyê ve bavêje û mafê hêviyê yê Rêbertiyê bicîh bîne. Rêbertî tenê kesê ku dikare krîzê ber bi çareseriyek aştiyane û siyasî ve bibe ye; ji ber vê yekê, em daxwaza pêkanîna mafê hêviyê dikin. Îro roja têkoşînê ye, roja berxwedanê ye û roja parastina hebûna me ji hilweşînê ye.”

Meş bi dirûşmeya “ Bê serok jiyan nabe “ bi dawî bû.

 

 

Related Articles

Back to top button