DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star Darvekirina Ciwanan Ku Ji Aliyê Rêjîma Îranê Tê Kirin Bi Tundî Şermezarkir

Rêjîma Îranê Kesên Sûcdar û Nesûcdar Cezaya Bidarvekirinê Li Wan Dibir e ev kiryar ji aliyê rêxistina Kongra Star bi Tundî hat şermezar kirin.

Herî zêde li Îranê gel rûbirûyî darvekirinê tê kirin , bêguman ev jî metirsiyeke mezin dixe nava civakê .
Li ser van bûyeran pêwîste dewletên navnetewî bi cidîyet û mafê mirovan tevbiger e.
Lewra Kongra Star bi daxuyaniyekê neheqiya li dijî welatiyê Îranê û bi taybet Kurdan herwiha kesên girtî ku di bin işkenceyan de ne bi tundî şermezarkir û bang li dewletê navnetewî kir ku rê li ber vê diyardeyê bê girtin.
Daxuyanî wiha ye:

Di demên dawî de li Îranê zêdebûyîna darvekirinan, eşkere li hemberê gelan polîtîkaya zext û serkutkirinên sîstematîk In. Her roja ku derbas dibe li ser van darvekirinan navên nû zêde dibin. Sultanali Şirzadi Fahr, Emir Ali Mircafari, Salih Muhammedi, Said Davudi, Mehdi Kasemi, Ekber Daneşverkar, Muhammed Takavi Sangdehi, Babek Alipur, Puya Gobadi, Ebulhasan Mohtezer, Vahid Beni Ameriyan, Ali Fahim, Hamed Velidi, Muhammed Şahi û Emir Huseyin Hatemi…
Di heman demêde kesên bi navên Bita Hemmeti, Muhammed Emin Bigleri, Ebulfazl Salihi û Şahin Vahedperest jî bi gefeke darvekirinêre rûbirûye. Ev jî nîşan dide ku pêvajo qaraktereke bi çi awayî sîstematîk û domdar a zêdekiran zextane.
Her çiqas rêveberiya İran’ê van darvekirinan di bin navê ‘li hemberê xwedê şerkirin an jî endamtiya rêxistinê’ve dixwaze li ser bigire jî lê di rastî de bi temamî li hemberê binpêkirin û tepisandina îradeya gel wek rêbazeke tirsandinê tê bikaranîn. Teybet jî di van demên dawîde em dibînin ku li hemberê îtîrazên civakî, talebên gelan ên azadî û edaletê ên bilind bûyî, desthilatiya heyî polîtîkayên darvekirinê jî zêde kirine. Ji vê hêlêde, darvekirin ne tenê cezakirine weke tirs afirandin, civak tepisandin û serkut kirin û şikandina îradeya gelan a çarenûsa xwe tayînkirinê armanç dike.
Tabloya ku derketî holê giran e. Darvekirina bi sedan Insanan di demên kinde, bi hezaran Insan jî bi vê gefêre rûbirû hiştin dide nîşandan ku ev pêvajo çiqasê hatiye kûr kirin. Ev rewşe feraseta rêvebirinê a ku tevahî civakê hedef digire radixe berçavan.
Ji xwe hijmarên ku derketî holê cidîyeta vê rewşê eşkere dike. Di sala 2025’an de zêdetirê 1600 insan hatine darvekirin. Dîsa di destpêka mehên sala 2026’an de bi sedan înfaz hatiye kirin. Tenê di nava hefteyêkêde darvekirina bi dehan mehkûmên siyasî dide nîşandan ku ev pêvajo çiqas hatiye lezkirin û berfirehkirin. İiran bi van daneyan ve di nava welatên cîhanêde ji aliyê darvekirinande dikeve rêza pêşiyande.
Kongra Star diyar kir ku di heman demêde, ne tenê yên ku hatine darvekirin, girtiyên siyasî yên ku di şert û mercên girande dijîn jî di bin xetereyêdene. Taybetî rewşa Zeynep Celaliyan her ku diçe xiraptir dibe. Celaliyan, ji sala 2008 heta niha ango ev 17 sale di zindanên İranêde di bin zextên girande tê ragirtin.
Di dema girtina xwede, Celaliyan mehên dirêj di hucreya yêk kesî de hatibû girtin û di vê pêvajoyêde bi eşkenceyên giranre rûbirû maye. Tê zanîn ku serê wê gelek caran li dîwaran hatiye xistin, hatiye derp kirin û ev yêk bûye sedema pirsgirekên tendurustiyê ên demdirêj. Di nava salande Celaliyan gelek caran ji zindanên cûrbicûrre weke Kirmanşah, Xoy, Kerec, Kirman û Yezd. hatiye veguhestin. Ev veguhestinên sewqkirina domdar weke ‘işkenceya derûnî’ têne binav kirin. Di van zindanan de şert û merc giranin. Bi taybetî di zindanên jinande şertên paqijiyê kêm in, derfetên tendurustiyê tên sînordarkirin, pêwistiyên bingehîn ên mehkûman jî nayên pêşwazîkirin. Piştî ewqas derbeyên giran jî Celaliyan demeke dirêj nehatiye tedavîkirin û rixmê nexweşiyên cidî jî nehiştine sewqî nexweşxaneyan were kirin û mafê wê ê tedaviyê nehatiye kirin. İiro, rewşa tendurustiya Zeynep Celaliyan her ku diçe xirabtir dibe û jiyana wê di xeterêdeyêdeye. Ev rewş nayê qebûl kirin. Ev mijareke girêdayî azadî, hukûk, mafê jiyanê ya gelan e. Heke em îro bêdenn bimînin, sibê navên nû li ser vê lîsteyê jî zêde bibe. Tê zanîn ku aktîvîstên din jî di girtîgeha îranêde di bin zextêdene. Ji ber wê jî li hemberê serkutkirinê xwedî gotin bûyîn û ji aliyê jiyanê helwest nîşandayîn, hevgirtin mezinkirin ne tercîheke, berpirsiyariya miroviyê a nebe nabeye.
Her çiqas ev rastî evqas zelal be jî, bêdengiya raya giştî ya navnetewî jî pir balkêşe. Dema ku mafê jiyanê tê bihpêkirin, divê helwestek xurt were nîşandan, lê gelek caran ev îhlalên mafên mirovan di bin siya berjevendiyên siyasî, tevazûnên jeopolîtîk de dibîne. Lê bêdengî ne bêalîbûyîne, bêdengî ji van kiryaran re rê vedike û bi wêrektir dike. Bêdengî, bi awayekî nerast, ji bo berdewamkirina darvekirin û serkutkirinê bingeh dayîne. Ji ber vê yêkê, niha dem ew deme ku helwestek xurt û eşkere were nîşandan. Parastina mafê jiyanê berpirsiyariya hemû mirovatiyêye. Divê hêzên navnetewî, saziyên demokratîk û gelan bi awayekî zelal li dijî van siyasetan rawestin. Ji ber ku her bêdengî an jî derengmayîn wateya windabûyîna jiyanên nûye

Related Articles

Back to top button