
Endama rêveber a Kongra Star li Awrupayê Çîçek Qamişlo têkildarî destkeftiyên Jin û giringiya parastina wan wiha axivî û got me jî xwest ku bi boneya kampanya ku li rojavayê Kurdistanê ji bo YPJ’ê hatiye lidarxistin û bi teybet jî Kongra Star û hemû rêzistin û saziyên jin di rojavayê Kurdistanê de ku bi vê Kampanyê rabûne , li Awrupa jî wek beşê ku girêdayî Kongra Star û hemû beşên jin li vê derê girêdayî çi xebatê û
Balkişand ser ku saxiyê ku heye li vir jî ji bo ku karibe vê kampanyê xurt bike û destek bike û bi rê ve bibe û dengê kampanyê bighîne hemû jinan , di çarçova kampanyê de rewşa ku di rojava de heye û teybat êrîşên ku tên ser jinê û piştî êrîşa dawî li ser rojavayê Kurdistanê de û piştî kampanya 29’ê Çile ku rêkeftinekî bi rê ket em dixwazin wê binirxînin , êrîşa ku hat ser rojava jî êrîşekî sedsalê bû carekî din , êrîşekî ku komployekî navnetewî bû li ser rojava û xwestin ku destkeftiyên rojava ê 14 sala ku ked û berxwedaniya 14 salan .
Herwiha bibîrxist ku 14 salan êrîş , şehîd û li hemberî hêzekî hovane wek ya Daişê berxwedanî hate kirin , piştî ewqas ked xwestin ku ew nirxên ku ava bibûn ji dest derxin. Şoreşa Rojava bi şoreşa jin hat binavkirin ji ber ku jin ne tenê YPJ’ê,û wiha pêde çû Ypj bi hemû hêza xwr heta dawî rola xwe lîst li hember Daişê singa xwe kir mertal û bi berxwedaniyeke dîrokî bi ser ket, ên ku Kobanê ji tarîtiyê rizgar kir bi rêveberiya jinê bû , kesayetên wek Arîn Mîrkan berxwedanvanên mezin derkatin ji jinan ku karîbûn Daiş têk bibin û herwiha li her alanê her bajarekî ku şer çêbû jin pêşengî kir berxwedanî kir û xwîn rijand,mirov dikare bêje çemê xwînê hat herikandin di jinan de û çemekî ji hêsrê dayikan çêbû ji ber ku jin dayike, xuşke , şoreşger û siyasetmedare , jinan di her xebatekî ku heye rola xwe lîst, di Asayîş, dadgeh û her wekî din.
Dijmin çavnebarî li pirrengiya bakur û rojhilatê suriyê dikir
Çîçek a zanîn ku di 14 salan de bi pêşengtiya jina û giştî gelê me û civaka me ew şoreş bi rê ve birin , piştî wan êrîşan ku dijmin têk çûn sîstemek hat dayîn xweseriya demokratîk, ji bajarên Ereba bigre heta rojava herkes di nav bexçakî gula jiyan dikirin, Istqrara di nav gelan de rihekî bi hevre jiyankirin hate avakirin, nijadperestî ji nav gelan rabû, Yekîtiya hemû jinan , rewşenbîran û zarokan hat avakirin, di her alî de dibistan û Zanîngehên Kurdî hatin avakirina, herkes bi ziman, reng û dengê xwe azad jiyan kirin.
Herwiha tekez kir ku dijmin û xêrnexwazê di welatê me de ev pirengî danequrtandin û êrîşên xwe dewam kirin. Eger îro rojava heye û li ser linga ye , bi berxwedanî û yekîtiya gelê me li ser xwe ye. Hesreta salan bû yekîtiya gel , rêxistin û siysetmedaran lê cara yekê di wan êrîşan de yekîtî hat avakirin, li hember wan êrîşan bi taybet jinên me herkes herikîn qadan û li dijî êrîşan sekna xwe Isbat kirin .
Bi sekna gelê berxwedêr pilanên dijmin vala derket
Çîçek bi bîrxist ku bi sekna gel pilanên dijmin têk çûn , em jî gelekî ji derbên wan birîndar bû , lê dema mirov birîndar bibe dikare birînê xwe bi demê re bipêçe lê ku te têk bibin ew keda hezarê şehîdan , berxwedana gel dê gelekî zor bû û dê dîrokê kesek efû nekirba . Çiqasî tiştên mayî ne bi dilê me bin lê heta cihekî hat parastin,piştî rêkeftin destpê bû û entegrasyon hat meşandin îro ku dibêjin em jinê qebûl nakin ti kes nikare jin di aliyê beşê leşkerî de YPJ,YPG û QSD’ê ji hevdû qut bike . Ji ber ên ku têkoşîna mezin kiriye jinin , yê ku YPJ’ê qebûl nake civakê qebûl nake.
Çîçek destnîşan kir ku ked,berxwedan û têkoşîna ku jinan bilind kiriye ne tenê ji dema şoreşê de ye bi dehê salan jinan têkoşîn û xwe birêxistin kiriye ne tenê ji bo jinên Kurd di rojava de ji bo hemû Jinên Sûrî xebat kiriye , dema yekîtiya Star ava bû û xwe birêxistin û binav kir wê demê ji bo karîbe bibe malê hemû jinan di rojava û Sûrî de rêxistinekî jinan bê kirin , ji ber civaka Sûrî di aliyê jinan de girtî ye , ti mafê jinê di hundirê vî welatî de tune bû
.
Çîçek got ku li hemberî YPJ’ê nêzîkbûnê ku neheqî tên kirin ti jin qebûl nake û jinên cîhanê tevî ev hêz ne tenê jinên Kurdin , her jinekê ku êrîş li ser dihat kirin YPJ’ê hêza xwe dîtiye . Jinan di hemû beş û aliyan de hêza xwe ji YPJ’ê girt, Eger em dixwazin welatekî ku demokratîk û wekhevî tê de hebe divé berî her tiştî jin li her derê bê qebûlkirin. Lewra têkoşîna jinan wê bighê serkeftinê û dê li her derê rola xwe bilîze .
Di dawiyê de jî got ku ên ku YPJ’ê qebûl nekin emê bi berxwedaniya xwe bi wan bidin qebûlkirin , berxwedana jinan nirxekî buha ye , ger jin bi ser nekeve civak jî qels dimîne. Ew dixwazin civakê têk bibin lewra jinê qebûl nakin. Dê entegrasyon li gor wan nemeşe û emê mafê 14’salan bi berxwedana xwe bistînin.



