
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya Kongra Star û Weqfa Çandî û Hunerî ya Newrozê bi çalakiyekê li hola Siwês a Beyrûtê bi beşdariya malbatên şehîdan û Kurdistaniyan şehîdên Meha Gulanê bi bîr anîn.
Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre endama rêveber a Meclisa PYDˊê Rêvan Mihemed diyar kir ku şehîd pêşengên manewî yên gelê Kurd in û bingeha rêya azadî û rûnişkandina hebûn û nasnameya Kurdî ne.
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebduselam Ehmed û endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Lubnanê Selîm Mûsa jî da zanîn ku dê şehîd menareya rêya têkoşînê bimînin û ew ê heta dawî li ser rêça wan bimeşin.
Di çalakiyê de peyamên hevgirtinê yên ji ciwanên şoreşger û Kongra Star ên li Lubnanê hatin xwendin.
Çalakî bi pêşkêşkirina çalakiyên hunerî û folklorî bi dawî bû.




