HevpeyvînNûçeSlide

Behiya Hisên: Ger em Dijîn bi Saya Rêbertiya Xwe û Şehîdan em Dijîn

Behiya Hisên Me Di Ciwantiya Xwe De Ji Bo Doza Kurd û Kurdistan Pir Kar û Xebat Da Meşandin, Niha Em Barê Xwe Didin Ciwanan,Ger em Dijîn bi Saya Rêbertiya Xwe û Şehîdan em Dijîn

Behiya Hisên yek ji jinên ku gelek caran hevdîtin bi rêber Abdullah Ocalan re kiriye Behiya behsa rojên wê demê dike û dibêje

Peyama min ji boyî ciwanan çiqas ji wan were bila ji boyî milet û welatê xwe bikin ,jin ,dayik,ciwan be divê dayik di malê de fikrê baş di mejiyê zarokên xwe de biçîne wê demê wê zarok girêdayî ew fikrî bin.

Hêviya me ji hemû gelan ewe ne tenê gelê Kurd,her tim em dibêjin em ne dijminê Ereban in û netew û olan in kî welatê xwe biparêzin û baş be ew kes qence

Behiya diyar kir ku di dema berê dedost hebûn,heval hebûn xebat dibû ,herwiha Civîn li gundan çêdibûn milet xwe bi xwe civîn çêdikirin ne serokatî çêdikir

gotinê serokatî me di nav milet de digot û qebûlkirin hebû ne tenê gelê kurd ji hemû netewan tenê hin  partiyên me yê din ne razî bûn lê kes guh wan nedikir

Hestê me dilxwazê welatê xwe û miletê xwe bû daxwaza me azadî û serkeftin bû,baweriya me xurt bû û hîn xurte.

Herwiha da zanîn ku dema min serokatî dît destpêkê hinekî tirs hebû piştre me derbas kir me destê serokatî girt me serkeftin ji hev re xwest û em dibêjin emê biserkevin

Fikra serokatî kes li ser kesî nedigirt her tim wekhevî dixwest mafê xwe bicih bînin,zarokên xwe zane bikin.

Behiya wiha behsa serokatî kir her tiştê serokatî di cihê xwe de bû gelekî di hat qebûlkirin ji hemû gelan ne tenê kurd hin kes dixwestin xerabiyê bikin lê tiştek bi destê wan dernediket

Fikrê serokatî rast bû em bi wî fikrî rabin wê baş be,Fikra serokatî ji me re danî wekhevî û ji bo miletê xwe kar bikin

Daxwaza min ji bo milet û welatê xwe pir û baş kar bikin,ne tenê li şamê me serokatî didît me li gelek cihan ew didît.Baweriya me pir xurt bû,karê milet jî pir xurt bû,milet heta ku bixwaze girêdayî serokatî bû girêdayî welatê xwe bû.

Ciwan ,zarok pir girêdayî serokatî bûn.Serokatî şewq dabû milet û dilekî xurt û bi rastî baweriya me pir xurt bû.

Cardin tiştê di dema serokatî hat kirin pir mucîze bû.Ji dema wan dîtina û heta roja me ya îro ev çend sal derbas bû ji wan dîtinan lê hîn baweriya me bi serokatî xurte û bi miletê me yê kurd xurte û dostên me yên kevin heta tu bixwaze fedekariyê dikin.

Di her gundî dostê serokatî heye û bi fikrê wî girêdayî ne .Dema dîtina serokatî jin ,ciwan,zarok ,mezin,ji hemû netew û ol diçûn gel wî.Em çiqas bêjin heqê serokatî û şehîdan em nadin.Li Şamê , Lubnan û gelek cihên nêzî me ,me serokatî dît

Di dawiyê de jî wiha nêrîna rêber Abdullah Ocalan ji bo jinê anî ziman siloganê wan yên bingehîn jin jiyan azadî ye jin dikirin jiyana gelê xwe.

Related Articles

Back to top button