YPJ’ê Dozek Çaranûsî ye û Ezmûna wê Mînaka Hêz û Baweriyê ye
Berdevka Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)’ê Ebîr Hesen tekez kir ku Hebûna YPJê parastina nasnameya hemû jinên cîhanê ye û got:” doza yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê dozekî çaranûsî ye û tecrubeya wê di parastina civakê de mînake.

Di Şoreşa Rojava de,di şexsê her şervanek ji yekîneyên parastina jinan YPJ’ê hat îsbat kirin ku jin di qada parastinê de mînaka hêz, bawerî û xweparastinê ye . Piştî derbasbûyîna 14 salan ji Şoreşê ku her gavek jê bi pêşengtiya jinan di her warî de hat avêtin . QSD’ê , YPG û YPJ bi hevre şerê terora DAIŞ’ê kirin û ji mezntirîn xeteriyê ku tevahî cîhanê tehdî dike parastin. Îro Hikûmeta Şamê rola jinan û naskirina YPJ’ê bi rengekî fermî qebûl nekiriye .
Rixmî ku di 29’ê çileyê de peymanek di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Şamê hate îmzekirin , lê heya vê rojê rola jinan û naskirina YPJ’ê di pêkanîna entegrasyonê de nehaiye pêkanîn . Têkldarî vê mijarê Berdevka Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)’ê Ebîr Hesen ji me re nirxandin kir.
‘YPJ’ê mîrasê têkoşîna Tekoşer Sakîne Canisiz e ‘
Ebşr diyar kir ku Tevlîbûna jinan di YPJê de ne diyardeyeke nû ye; dîrokeke wê ya dirêj heye, û YPJ mîrateya vê têkoşîn û dîrokê ye û wiha axaftina xwe dewam kir :”Hêz û rêxistina YPJê mîrateya têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz e, ku roleke girîng di guhertina zihniyeta baviksalarî û pêşxistina mafên jinan de lîstiye.”
‘Birdoziya Ocalan rizgariya jinan ji koletiya 5 hezar sal e ‘
Ebîr tekez kir ku têkoşînan jinan li bermaberî hişmendiya baviksalarî ji bîrdoziya Rêber Ocalan tê û wiha anî ziman:”Di seranserê dîrokê de, fîlozof û pêxember derketine holê, lê yek ji wan azadiya jinan neparastiye, jinan ji bo pêşengtiyê hêzdar nekiriye, û ji bo rizgarbûnê ji 5hezar sal zilmê dîroka jinan veşartine .Bi rêya bîrdoziya rêber Ocalan, jinan dîroka xwe, xwezaya xwe ya rastîn û polîtîkayên ku li ser wan hatine ferzkirin fêr bûn. Jinên ji çar aliyên cîhanê,ku ramanê rêbertî nas kirin , tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn û ji bo jiyanek bi rûmet têkoşiyan, û me gihandin vê qonaxa şoreşa jinan.”
‘YPJ’ê mirovahiyê parast ‘
Ebîr di dewama axaftina xwede got:”Jinan di hemû waran de roleke girîng lîstin û ji bo parastina civakê artêşeke jinan bi navê YPJ ava kirin, bûn hêzek ku hemû mirovahiyê diparast.Jinan ji bo azadiya her du zayendan, ne tenê jinan, xebitîn, ji ber ku ew piştrast bûn ku zihniyeta baviksalar koka hemû pirsgirêka ye.Di şoreşa jinan de, DAIŞ bi zihniyeteke tundrew û radîkal a ku armanca wê afirandina jiyaneke tarî bû,YPJ li dijî hêzên terorîst ên herî mezin şer kirin. YPJ li dijî van hêzan sekinî û red kir ku vê zihniyeta ku jinan li bazaran difirot qebûl bike.”
‘jin li kuderê be , li kîjan welatî be jî YPJ’ê wekî nasnameya xwe dibîne’
Ebîr destnîşan kir ku YPJ hemû jinên ji pêkhateyên cuda yên herêmê, û her weha jinên ji welatên din jî hembêz kir û wiha dewam kir :”jinan ji berxwedana qehremanî ya YPJê pir bandor bûn û tevlî refên wê bûn ji ber ku ew bawer dikin ku parastin ji bo jiyanek azad û bi rûmet girîng e, nemaze di demekê de ku bi zîhniyeteke otorîter serdest e ku berjewendiyên xwe li ser hesabê jinan dide pêş û wan wekî amûrek jib o qezenckirina pereyan bikar tînin .Ger YPJ neyê naskirin, wê demê nasnameya jinan nayê naskirin.”
‘YPJ’ê di her jinekê de bawerî afirand ‘
Ebîr dot ku jin gihîştine xalekê ku ew bi eşkere mafên xwe dixwazin, pirsgirêkên xwe nîqaş dikin û bi hêz dixebitin, û hewl didin ku çareseriyan bibînin. Baweriya ku van jinan bi dest xistine encamek rasterast a têkoşîna YPJê ye.û wiha dewam kir :”Hikûmeta nû YPJê qebûl nake ji ber ku ew ji îrade û hêza jinên ku terora herî mezin a DAIŞê şikandin ditirsin. Îro, em dibînin ku ew çawa ji cenazeyên şehîdên me yên ku hewl dan civaka xwe ji êrîşên hovane li ser Şêx Meqsûd pêk hat biparêzin, bitirsin .
‘Dema mijar dibe pirsgirêka jin , tevgerek jin a bihêz li tevahî cîhanê piştgirî dide doza jin’
Ebîr balkişand li ser birîna keziyê şervaa Jin di êrîşên ku li ser herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hikûmeta demkî pêk hat û got:”Ew heta ji porê jinan jî ditirsin.Lê peyama me ew e ku dema mijar tê ser pirsgirêkên jinan, tevgereke jina a bihêz heye ku kes nikare li hember wê bisekine.Jinek li kuderê jiyan kir keziyê xwe çêkir û piştgirî da şervana YPJ’ê
‘Hebûna me nasnameya me ye , rola me dengvedana têkoîna me ye ‘
Ebîr banga bilindkirina asta têkoşînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî :”Em ê têkoşîna YPJ-ê bidomînin. Em ê dîroka xwe, dîroka ku mafên me dizî ye, ji bîr nekin. Lê em ne jinên ku koletiyê qebûl dikin in. Em jinên ku yekgirtî ne û di hemû waran de rola xwe dilîzin in. Di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” de, em ê berdewam bikin ku zihniyeta baviksalar biguherînin da ku civak bikaribe jiyaneke dadperwer bijî.Jinan YPJ wekî nasnameya xwe dibînin. Em li benda kesî namînin ku nasnameya me qebûl bike , hebûna me nasnameya me ye, û rola me dengvedana têkoşîna me ye.



