Necah Dawid: Rêbertî Ruhe Emê bi Xelekên ji Agirê Bedena Xwe Vê Giyanê Biparêzin
Dayika Şehîd Hemze yek ji jinên ku ji salên despêka ku Rêber ocalan daket Sûriyê ku heya niha bê ku dudilî jiyan bike bûye xwediya kedeke bi nirx û da zanîn ku ew amadene bi ruh û bedena xwe rêbertiya xwe biparêzin

Necah Dawid,yek ji dostên kevin ên ji tevgera azadiya kurdistan e qala demên serpêhatiyên giran û çawa rêxistin nasir û wiha pêde çû destpêka me fikrê Rêber Apo naskir wê demê sala 1986’an de bû di riya malbata xwe de min naskir.
Bavê min pir ji netewa xwe hezdikir xuşk û birayên min li dora hevalan kom dibûn, wê demê ne bi navê hevala kar dikirn pir bi siriyet dixebitîn.Min nizanîbû wan jî digot ev hevalê bavê te ne an jî cîranên me ne , hevalên jin jî bi navê hevalê xuşkên min bi min didan nasîn .Heta nêzî salekê bi vî rengî ev mijar li ser min derbas bû.
Di nav de min wêneyên serok û heval Egîd dît ku çawa li hundir daleqandin herwiha ê heval Mazlûm û rêhevalên wî.Êdî ev mijar nema dihat veşartin , birayekî min yê xwedî rêbazekî xwe dixwest êdî vê myself bi min re parve bike êdî ji min re behsa serok û jiyana wan dikir û çawa ev rê dane meşandin û bi çi armancê.
Sedema çûyîna hevalan ya li bakurê Kurdistanê tev ji min re da diyarkirin û şîrovekirin,piştî demekê rewş hete guhertin û çûn û hatina hevalan berfirehtir bû û em tevlî civînan bûn .
Necah diyar kir ku civîn li ser dîroka Kurdistanê , çima serhildanên Kurdan hildiweşiyan û gelek mijarên din bûn û hemû mijarên girêdayî serokatî anî ziman û got,baweriya min bi wan hat û me mala xwe vekir , heval çûn û hatin zarok jî pir girêdayî rêxistinê bûn bi vî awayî me berdewam kir ta ku pir çûn û hatin çêbûn , civîn hatin lidarxistin , perwerde û konferans çêbûn.
Bû dema tevlîbûna çûyîna karê pembo û çinîna nîskê, berbangê em radibû diçûm hetayî piştî mexrebê em hê jî li çolan bûn me û me çandinî dikir ji bo alîkariyê zarokên me jî bi me re bûn û li ber siya daran diman.
Herkes barê xwe ji aliyê alîkariyê ve hildigirt û me serê heyvê dida , hêdî hêdî şoreş fireh bû artêş li çiya mezin bû, lewra me her çend mehan alîkarî zêde dikir .
Herwiha Necah bibîrxist ku bûyerên bi êş zêde dibûn , koçberî, şewtandina gundan , me alîkariya şoreşê û ya milet jî dikir wisa zarokên me di nav rêxistinê de mezin bûn.
Di 15’ê sibata 1999an gelê Kurd rabûn ser piya
Dema serok dîl hate girtin 1999 bû wê demê lawê min Hemze refê 10’an bû beriya ku biçe dibistanê diçû civînê rêxistinê, Hemze pir jêhatî û durist bû wê demê rêveberiya girupa xwe ya zarokan dikir .
Hemze gelek dixwezt tevlî bibe , bi girtina Serokatî hîn zêdetir xwesteka wî çêbû, me dixwest zarokên me xwendevan bin .
Necah anî ziman ku bi girtina serok soza tevlîbûna xwe da lê dûrî me neket,bi girtin serok milat herkes seferber bû,ez jî demekê ketim nav kar,mala me tijî girup,nexweş û birîndar bûn.
Roja girtina serok jiyan sekinî,piştî belavbûna vê nûçeyê herkesê girêdayî serok û rêxistina wî dilşkestî û çav sor ma.Wê demê tevlîbûn ji rojhilata navîn ta Aurupa yê çêbû,gelek keç û xortan agir bi bedena xwe xistin, li Almanyayê sê hevalên me xwe bi hevre şewitandin li her derê berxwedan çêbû û gelek tevlîbûn ji aliyê malbatan çêbûn , xelkê zarokên xwe diyarî partî kirin.
Herwiha got ku di 86’an de me fikir naskir û ta roja îro em gihiştin ku me mal vekir , şervan tevlî bûn û şehîdên me jî çêbûn. Û wiha domand ,em man ser vê fikirê hata şoreşa rojava destpêkir, careke din serferberî çêbû şer hat ber derî milat rabû ser piyan .
Û wiha pêde çû,min dîsa dest bi kar kir min di saziya malbatên şehîdan de cihê xwe girt me konferansê xwe çêdikir , em bi dengê milet ji xwe di saziya malbatên şehîdan de cihê xwe girt.
Konferansek li ser asta rojava li gundê Til Cemanê yê nêzî Dêrikê hat lidarxistin, wê demê hevalê Gerîla pir daketibûn miletê Kurd jî ji her devera Sûriyê û Lubnanê hatibûn .Konferansa me du şevan dirêj kir li ser biryarên di konferansê de derketin jî herkes sozê xwe da û karê xwe kir.Serokatî gotibû divê milet destpêkê perwerdeya fêrkirina zimanê Kurdî bibe me waneyên Kurdî dibirin .



