Dayikên Şervanên YPJ’ê :” Keçên me bi têkoşîn û kedê cîhanê ji xeteriyê parastin”
Bi armanca piştgirî û naskirina Hêza yekîneyên parastina Jinan YPJ’ê , Îro bi pêşengitiya Kongra Star a Til Temir dayik li hev rûniştin û behsa ked û têkoşîna keçn xwe kirin . her wiha nerazîbûn nîşanî nêzîkatiya hikûmeta demkî di naskirina YPJ’ de dan û gotin :”Em keçên xwe qebû dikin ,em dayik hemû YPJ’ê ne.

Di çarçoveya hemleya ku di 26’ê Nîsanê ji aliyê Tevger û Rêxistinên Jinan ji bo piştgirya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê Îro bi pêşengtiya Kongra Star a navçeya Til Temir ,dayikên şervanên YPJ’ê yê ku ji despêka Şoreşê heya roja îro keçên wan şer kirin û hin jê giştin asta Şehadetê , li hev kombûn û behsa ked û rola YPJ’ê di Sûriyê de kirin .
Dayikan li Meclisa Malbatê Şehîdan kombûn , bi tevlîbûna endam û rêvberên Kongra Star a Til Temir dest pê kir.Cihê rûniştinê bi wêneyên Şervaên YPJ’ê yê ku canê xwe feda kirin hat xemlandin .
‘YPJ’ê ji bo naskirina nasnmeya jin şer kir ‘
Dayika bi navê hemdiya Kûtê behsa keda Keça xwe Jînda Kûtê kir û got:”Keça mi , ji despêka Şoreşê xwest tevlî nava YPJ’ê bibe . Em bi hilbijartina vê riyê serbilind bûn . Keça mi rolek pir girîng di şeran de lîst . li hemberî Cebhet El-Nesra , DAIŞ û Rêjîma Baas şerek bi qehremanî da meşandin .Em malbatek welatparêz yên vê tevgerê ne , Ez çûme gel Rêber Apo û hevdîtin pêre kiriye . lewma mi rê li ber keça xwe negirt ku ev xeta pîroz ji bo xwe hilbijart. Keça mi di fikira rêbertî de xwe kûr kir û ji bo azadiya tevahî jinan vê xetê hilbijat .YPJ’ê ji bo me nasname ye û bi keçên xwe em serbilind in .”
Hemdiya di dawiya axaftina xwede got :” Em li ser xaka xwe û li welatê xwe jiyan dikin . yê ku nasnameya Jin qebûl neke , em jî wî qebûl nakin . Em xwedî ked in , me zarokê xwe feda kir ji bo nasnameya Jin were nasîn û emê ji bo vê yekê dev ji xeta xwe bernadin emê heya dawî têbikoşin .”
‘YPJ’ ê sînorê ku ji jinan re hatûbû xêzkirin , hilweşand ‘
Dayikan bi giştî behsa rola YPJ’ê di parastina civakê de kirin û tekez kirin ku YPJ’ê di têkbirina mezntirîn hêza terora DAIŞ’ê pêşengtî kir û li beramberî hişmendiya civakê ku jin tenê di nava sînorê malê de hişt , şer kirin û îsbata hebûna jin di hemû qadan bi keda YPJ’ê pêk hat .
‘Her jinek ,YPJ’ê wekî nasnameya xwe dibîne’
Dayika Şehîd Arjîn Cûdî Fehîma Ebid Rehman jî diyar kir ku bi pêşengtiya Keç û rêhevalên wê bajarê Til Temir ji gelek êrîşan hat parastin û wiha axaftina xwe dewam kir :” Di despêka Şoreşê de ji aliyê Artêşa Azad êrîş li ser Til Temir pêk hatin , di sala 2015’an de êrîşek hovame ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê li ser Til Temir anîn . Bi saya Şervaên YPJ’ê bajarê Til Temir ku bi mozayika gelan tê nasîn , hat parastin . Îro di demekê de ku YPJ’ê cîhan ji terorê parast , di Sûriyê de hikûmeta Demkî wê qebûl nake . Em vê yekê bi tundî şermezar dikin .
Fehîma di dawiya axaftina xwede got :” her jinek û li kuderê be jî YPJ’ê ji bo xwe nasname dibîne . ji ber ku YPJ’ê rê li ber tarîtiya jiyanê girt . Eger bi me dayikan mabe em hemû YPJ’ê ne . dema tê xwestin em hemû çek hildigrin û pişta şervanên xwe digrin.pêwiste li Sûriyê YPJ’ê were naskirin da ku hemû jinên di Sûriyê de bi aramî û ewlehî bijîn ”
Rûniştin bi dirûşmeya “ Em hemû YPJ’ê ne “ bi dawî bû .




