HevpeyvînNûçeSlide

Perwîn Yûsif : şêwazê taynkirinê nûnertiya vîna azad a Jinan û Kurdan nake

Hevseroka partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif tekez kir ku pêwistiya Sûriyê bi  hebûna jinan bi rengekî wekhev di parlîman de  heye û got:” ji bo parastina nasnameya jina Sûrî pêwistî bi hebûna jinan di parlman de heye .

Derbarê nûnerên Rojava yên ku dê ji bo Parlamentoya Suriyeyê  bêne diyarkirin û temsîla pêkhateyên herêmê de,Têkldarî vê mijarê Hevseroka partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif nirxanidnê girîng kir .

‘Hilbijartinên tu rengê guhertin û veguhertinê nîşan nade ‘

Perwîn Yûsif  diyar kir ku  pêkhateyên Suriyeyê li bendê ne ku welatekî bi şirîkatiya rastîn were avakirin û ji bo  vê yekê jî sud ji ezmûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku temsîla hemû pêkhateyên li Rojavaya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de heye, bê girtin û wiha anî ziman:”Îro em hemû dizanin di Sûriya de hilbijartin tê kirin, lê belê dema em li rêbaz û mekanîzmaya ku tê bikaranînin bişopîne , em dibînin ku ne hilbijartinin ne jî rengek ji rengê guhertin û veguhertinê ye .Şêwazê ku îro di Sûriyê de tê meşandin şêwazekî tayînkirinê ye . Zihniyetek dixwze bi yek zihniyet parlaman , hikûmet û hemû saziyên dewletê li gorî xwe bidie meşandin .”

‘Ji bo her kes bibe şirîkê avakirina vî welatî pêwistî bi tecrubeya Rêvberiya Xweser heye ‘

Perwîn bal kişand li ser  peymana 29’ê çileyê de ku di navbera Hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk pêk hat û wiha dewam kir :” hêviyek mezin hebû ku bi tecrubeya Rêbeveriya Xweser ku çawa pêkhate bihevre li ser vê axê rêvberî û xizmetguzarî li ser vî welatî dikirin . Bi vê tecrubeyê em bibin şirîkê avakirina vî welatî . Em her kes dizanin Parleman cihê zagon ,nivsanidna destûr û edalet tê nîqaşkirin ,hemû jiyana gel û sazûmaniya vî welatî di parlman de tê niqaşkirin .Em li bendebûn ku herêmên me jî derbasî van hilbijartinan bibe û cihê xwe di nava parlemana Sûrî de bigrin .”

‘Bi vî şêwazî partiyên Kurdan beşdarî hilbijartinan nabin ‘

Perwîn di dewama axaftina xwede wiha behs kir :”Hijmara perleman 210 endam e , di navde cihê kurdan wê çiqas bidê ?pêwîste herêmên kurdî li ber çav hatiba girtin tenê di asta 15 kursî 4 dane gelê kurd .Ev ne pîvanek demokratîk e , ne pîvanekî dadwere  û ne pîvanek ku gelê kurd dikare di wirde parastina mafê xwe bike .Di perlmanekî ku hebûna te  wekî hijmar neyê parastin  wê nikarebe di pêşerojê de hêviyan jê bigrin .Em wekî partiya yekîtiya Demokratîk û gelek partiyên Kurdan yê ku bihevre ev şoreş dan meşanidn , me helwestê xwe dan nîşandan ku bi vî şêwazî tevlî van hilbijartinan nabin .”

‘divê temsîla Kurdan a di parlamentoyê de ji 40 kursiyan kêmtir nebe ‘

Perwîn da zanîn ku di nava 210 kursiyên parlamentoyê de sînordarkirina temsîliyeta Kurda ya bi 4 kursiyan binpêkirineke eşkere ye û wiha domandin: “Gelê Kurd li Rojavaya Kurdistanê pêkhateyeke resen û dîrokî ye, rêjeya wê ji sedî 20 ê tevahiya nufûsa Sûriyeyê kêmtir nîn e. Îro bi rêya van tayînkirinên sîstematîk ji dengê xwe yê rastîn û mafê xwe yê hevpar di biryardana niştimanî de bêpar tê hiştin. Li ser vê bingehê em weke hêz û partiyên siyasî yên Kurdî, tekez dikin ku em van tayînkirinan bi her awayî red dikin. Em mekanîzmaya dabeşkirina niha wekî berdewamiya polîtîkayên nîjadperest a ku armanca wê windakirina doza Kurdî ye dihesibînin.  divê temsîla Kurdan a di parlamentoyê de ji 40 kursiyan kêmtir nebe .

Ne parastina hebûna jin di parlmanter yek zihniyet nîşan dide û bi xwere guhertin çênake ‘

Perwîn behsa girîngiya hebûna jinan di parlmanterê de kir û wiha anî ziman:”Hebûna jin di nava perleman de nehatiye parastin , ji 210 perlmenter 2 an 3 jin cih bigre ne rengekî adil e .Bi vê awayê guhertin pêk nayê ji ber ku yek zihniyet vê perlmanê birêve dibe . Hêviyê gelê Sûrî , taybet gelê Kurd û jinan di vê perleman nehatiye ava kirin û tu encamê baş , guhertinên baş wê bi xwere neyîne .Em bangewazî dikin ji bo hikûmeta Şamê û aliyên Siyasî yê Şamê û ji bo hemû gelê Sûrî ku ev rêbazê  li ser gelê Sûrî tê ferizkirin taybet ser pêkhateyan were guhertin û lêvegerek rast were çêkirin her wiha bi gelê kurd re hevdîtin were çêkirin û nerînê wan were girtin û hebûna jinan di perlmanter de bi rengekî wekhev were esas girtin da ku em hêvî ji vê perlmanê bikin ku Sûriyê ber bi demokrasiyê ve bibe .”

‘Şandeya Kurdî lêvegera Kurda ye pêwîste namzeta kurdan di riya wê de were derxistin ‘

Perwîn di dawiya axaftina xwede diyar kir ku şandeyek kurdî heye temsîla îradeya gelê Kurd dike , pêwîste dan û standin pêre were kirin da ku mafê kurdan di parlaman de were misoger kirin û got:” Sûrî welatek dewlemende bi pêkhateyên xwe , bi îradeya xwe ya azad divê ev parleman raste rast temsîla hemû pêkhateyan bike .Di herêma Cizîrê de Suryan , kildan û ermen jî hene , tenê yek kursî bidin wan ev mafê wan naparêze .Pêdivî bi vê heye ku gelê Kurd nemzetê xwe diyar bike , şandek kurdî heye ew lêvegera kurda ye . divê ew wekî lêvegerek were dîtin û pêre dan û standin were çêkirin ji bo çaranûsa gelê kurd û hebûna wî di wî parlmanî de . pêwîste namzet ji îradeya gel were derxistin ne bi tayînkirinê be “.

Related Articles

Back to top button