
Beriya2 rojan jina ciwan a bi navê Dîlan Cangîr Omer ji aliyê bav û birayê xwe ve hatibû qetilkirin.
Têkildarî vê yekê îro Meclisa Kongra Star a bajarê Dêrikê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdariya bi dehan jinan li Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer hat xwendin.
Endama Kongra Star Sêal Ebû Zeyd daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de qetilkirina Dîlanê hat şermezarkirin û êrişa li ser jinan wek êrişa li ser tevahiya civakê hat binavkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku hedefgirtina Dîlanê hedefkirina mirovahiyê û nirxên civakê ye.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em tevgerên jinan ên li Dêrikê binpêkirin û zilma li ser jinan qebûl nakin. Em ê têkoşîna azadiyê ji bo tevahî jinan bidomînin.”
Di dawiyê de bang li hemû jinan hat kirin ku li hemberî feraseta baviksalar rabin, têkoşîna mafên xwe bidin û rê nedin dubarebûna sûcên wiha.



